APIKUR: Em dê ji bo petrola Kurdistanê bi Hewlêr û Bexdayê re hevdîtinan bikin

16-04-2024
Nîşan APIKUR Petrola Kurdistanê Hinartin Joe Biden Mihemed Şiya Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - APIKURê ragihand ku ew dê ji bo destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê bi Hewlêr û Bexdayê re hevdîtinan bikin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî tevî şandeyeke hikûmet, parlamento û karsazên Îraqê li Washingtonê ye.

Mihemed Şiya Sûdanî doh piştî civîna bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re, li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re jî civiya.

Yek ji mijarên vê hevdîtinê jî hinartina petrola Kurdistanê bû.

Joe Biden û Sûdanî diyar kir ku divê hinartina petrola ya bi rêya Bendera Ceyhanê careke din dest pê bike.

Yekîtiya Pîşesaziyê ya Petrola Kurdistanê (APIKUR) ya ku ji 8 kompanyayên hilberîna petrolê pêk tê, ji ber ku li ser mijara hinartina petrolê axivîne spasiya Biden û Sûdanî kir.

APIKURê piştî vê yekê diyar kir, ew amade ne ku ji bo destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê bi Hewlêr û Bexdayê re hevdîtinan bikin.

Li hêla din, Berdevkê APIKURê Myles Caggins da zanîn ku kompanyayên endamên APIKURê yên li Herêma Kurdistanê jî ji bo destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê xizmetê dikin.

Dadgeha Bazirganiya Navdewletî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Li gorî amarên APIKURê, vê biryarê heta niha 14 milyar dolar xisar gihandiye aboriya Îraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst