Zaxo dibe navenda bazirganiyê

16-04-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Parlamenterên parêzgeha Dihokê dixwazin navçeya Zaxo bibe navenda bazirganiyê .

 

8 parlamenterên Dihokê ji bo bazirganiya Zaxo pêşbikeve yasayek pêşniyarê Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin.

 

Parlamenterê Partiya Demokratîka Kurdistanê (PDK) Elî Halo di daxuniyekê de diyar kir ku navçeya Zaxo, di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye û Sûriyê de “sînorê bazirganiyê ye.”

 

Xalo herwiha amaje kir ku jî xeynî Zaxo ti rê din nînin Herêma Kurdistanê xwe li ser Tirkiyeyê bigihîne welatên Ewropayê.

 

Ji Tirkiyeyê heroj bi sedan wesayît, deriyê Îbrahîm Xelîl rederbasê Herêma Kurdisanê dibin.

 

Li Zaxo gellek şaxên şirketên biyanî hene.

 

Parlamenterê PDKê ji ber vê yekê jî dibêje divê Zaxo weke “navenda bajirganiyê” bê ragihandin.

 

Elî Halo wiha got: “Heger yasa were pesendkirin derbarê herêmê de projeyên zêde bibin, dê bazirganiya navneteweyî geştir bibe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst