Bazirganên Mereşê: Eger piştgirî nebe destkeftên 40-50 salan ji dest diçin

16-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Mereşê Mustafa Buluntu ragihand ku li Mereşê ji ber erdhejê ji sedî 95ê kargehên berhemanînê zerar dîtine.

Erdheja 6ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû, bandoreke zêde li sektora berhemanînê ya bajêr kir.

Bazirganên Mereşê derbarê rewşa aborî û bazirganiya bajêr de hişyariyê didin û dibêjin, divê berî hilbijartinê tedbîrên pêwîst bên wergirtin. Buluntu dibêje, li herêma pîşesaziya biçûk ji 2 hezar û 500 kargehan, hezar û 500î ji wan zerar dîtine.

Buluntu got: "Armanca wan a 2023ê ew bû ku bi buhayê 2.5 milyar dolar hinardeyê bikin. Lê planên wan têk çûn. Ji sedî 95ê kargehên berhemanînê zerar dîtine û bo nûjenkirina wan demeke dirêj pêwîst e. 29 hezar esnafên wan zirermend in û eger kargeh dest bi kar nekin, emê destkeftên 40-50 salan ji dest bidin.

Mereş li Bakurê Kurdistanê yek ji bajarê herî girîng ê sektora berhemanîna cilûbergan e. Sala 2022ê ji Mereşê bi bihayê nêzîkî 850 milyon dolaran berhemên cilûbergan hatibûn hinardekirin. Karnekirina kargehên cilûbergan zerareke zêde digihîne aboriya bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst