Tê pêşbînîkirin erdhej 84 milyar dolar zererê bigihîne aboriya Tirkiyê

16-02-2023
RÛDAW
Tê pêşbînîkirin erdhej 84 milyar dolar zererê bigihîne aboriya Tirkiyê
Tê pêşbînîkirin erdhej 84 milyar dolar zererê bigihîne aboriya Tirkiyê
Nîşan Erdheja Mereşê Mereş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Erdhejên li Mereşê ji bilî canjidestdan û birîndarbûna bi deh hezaran kesan,  li hejmareke parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wêrankariyek mezin a aborî jî li pey xwe anî û tê pêşbînîkirin ku erdhej 84 milyar dolar zererê bigihîne aboriya Tirkiyê.

6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê Rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Mereş, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî, Hatay, Osmaniye, Xarpêt, Edene û Amedê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.

Li Gundê Kullar e li navçeya Nurhak a Mereşê welatî bo ajelên xwe jî daxwaza çadir û êm dikin.

Xelkê gund di şert û mercên giran ên zivistanê de di bin konan de hewil didin birînên xwe bipêçin. Piraniya wan ajaldar in, lê govên wan  bûne kavil. Beşek ji ajelên wan jî  di bin wan  kavilan de jinavçûne. Ji bo ajelên xwe yên mayî daxwaza çadiran û êm dikin. 

Welatiyek dibêje: “Kadînên me ji nav çûn. Me beşek ji ajelên xwe ji bin kavilan dernexistin. Ew ajelên ku me derxistine jî em neçar mane bixin axurên cîranên xwe. Jixwe kadîna cîranên me jî ji nav çû û êmê wan jî kêm e. Bi rastî em di rewşeke zehmet de ne. Niha 215 mihên min avis  hene. Hinek ji wan zane. Têr nabin. Pirsgirêka me ya êm heye.”

Ji ber barîna berfê rêya piraniya gundewarên Mereşê hatibû girtin.

Tîman çend rojan piştî erdhejê xwe gihandine vî gundî û beşek ji ajelan ji bin kavilan rizgar kirine. Xelkê gund  dibêjin eger piştevanî li wan neyê kirin, reng e di van şert û mercan de  ji deriyê xwe yê dahatê jî bibin.

Welatiyek dibêje: “Hevalên me tevî ku ajelên wan dizên jî bo serjêkirinê dişînin. Ew jî bi erzanî dibin. Eger wiha berdewam bike dê li devera Mereşê ajeldarî nemîne.”

Erdheja Mereşê ji bilî canjidestdan û birîndarbûna bi deh hezaran kesan,  li 11 parêzgehan wêrankariyek mezin a aborî jî li pey xwe hiştiye.

Konfederasyona Cîhana Kar û Hewldanê ya Tirkiyê (TURKONFED) pêşbînî dike ku ev erdhej zêdeyî 84 milyar dolar zererê bigihîne aboriya Bakurê Kurdistan û Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst