Amed (Rûdaw) - Bankayên li Tirkiyê piştî qeyrana aboriyê ya li Tirkiyê, dest bi cudahiyê kirin. Banka li bajarên Tirkan kredî didin lê li bajarên Kurdan kredî nadin karsazan. Ji ber vê yekê gelek şîrketên li Bakurê Kurdistanê nikarin kar bikin.
Rewşa darayî ya şîrketên li Bakur ewqas xirab bûye ku gelek şîrket ji bo ku bikaribin ji bankayan kredî werbigrin navendên xwe dibin bajarên weke Enqere û Stenbolê. Hin karsazên ku ev derfetên wan nîn in, li ber topavêtinê ne.
Piştî qeyrana aboriyê ya li Tirkiyê li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gelek şîrket ketin rewşeke xirab a darayî. Ji bo ku banka wan şîrketan ji rewşa xirab rizgar bikin kredî didin.
Li gorî Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê banka cudahiyê dixin navbera karsazên bajarên Kurdan û Tirkan. Lewre banka tenê kredî didin karsazên li bajarên Tirkan. Ev yek jî dibe sedem ku gelek karsaz ji bajarên Kurdan berê xwe bidin bajarên Tirkan.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mihemed Kaya ji Rûdawê re ragihand: “Banka karsazên li herêmê teşwîq dikin ku navendên xwe ji bajarên me bibin bajarên weke Enqere û Stenbolê. Dibêjin ger hûn dixwazin li vir mezin bibin em nikarin kredî bidin we. Dibêjin şîrketên xwe veguhêzên bajarên rojava. Di destê me de amar hene; di 2 salên dawiyê de salane nêzî 20 şîrket navendên xwe veguhestine. Lê em dibînin ji ber nêzikahiya bankayan di 2017an de 80 û di 2018an de jî 90 şîrketên mezin navenda xwe ji Diyarbekirê birine bajarên rojava. Divê banka cudahiyê nexin navbera karsazên li herêmê û karsazên li bajarên rojava. Divê dev ji vê cotestandardiyê berdin.”s
Yusuf Kiliç jî yek ji van mutahîdan e ku bi qeyrana aboriyê re rewşa şîrketa wî jî xirab bûye. Beriya du salan jî di şîrketa wî de 200 karker hebûne. Lê niha ji ber ku banka kredî nadin, ew nikare deynê xwe bide û hindik maye top bavêje.
Mutahîdê Sektora Xizmetê Yusuf Kiliç dibêje: “Di rewşa heyî de ji sedî 80ê karsazên me ji bankayan re deyndar in. Dema ku kar hebû bankayan pir bi hêsanî kredî didan me. Li dora me digeriyan. Lê niha qet kredî nadin. Ji ber vê yekê dest û lingê me girêdayî ne, em nikarin kar bikin. Gelek şîrketan top avêtin. Hin şîrketên mezin jî ji bo ku top navêjin navendên xwe birin bajarên din ên Tirkiyê. Ger wiha biçe em ê yek bi yek top bavêjin. Hin karsazên ku nikarin deynê xwe bidin, difikirin xwe bikujin. Rewşa karsazan gelek xirab e.”
Ne tenê karsazên mezin ên ku hilberînê dikin, dikandarên li bajarên Kurdan jî nikarin ji bankayan kredî bikişînin. Ji ber vê yekê gelek şîrketên li bajarên Kurdan ên hûr û gir li ber îflasê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse