Hewlêr (Rûdaw) – Kompaniya Airbus ragihand, dibe ku neçar bimînin berhemanîna firokeya cureya A380 ku firokeyeke mezin e bidin sekinandin. Airbus aşkere kiriye, ji ber ku di nav du salên derbasbûyî de ti daxwazeke ji bo kirîna A380, ji wan re nehatiye, dê berhemanîna firokeya A380 bidin sekinandin.
Airbus ku kompaniyeke fransî ye, li bendê bû ku Hêla Esmanî ya Îmaratê çend firokeyên cureya A380 daxwaz bike, lê welatê Îmarat ji biryara xwe vegeriyaye û ji bo kirîna firokeyên mezin ên Boeing a amerîkî siparîş daye.
Rêveberê Firotinê yê Kompaniya Airbusê John Leahy ragihandiye, ku tenê Hêla Esmanî ya Îmaratê dikare berhemanîna vê cureya firokeyê bidomîne, çimku hêj ew li gel wê kompaniyê gotûbêjan dikin, lê gotûbêjên ku niha têne kirin ji bo kompaniya Airbusê dilxweşker nîn in.
Firokeya Airbus A380 di sala 2018an de bi buhayê 446 milyon dolar kete bazarê.
Heta niha ji bo kirîna vê cureya firokeyê 317 order gihiştine kompaniya Airbus û 222 firoke radestî kiriyaran hatine kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse