Enflasyona berhemên çandiniyê %169 zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di meha Mijdara 2022an de enflasyona berhemên çandiniyê ya mehane %7 zêde bûye û li gor heman mehên sala par %169.45 zêde bûye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, qeyrana aborî her diçe kûrtir dibe û pirsgirêkên debarê zêde dibin. Li gor amarên fermî enflasyona berhemên çandiniyê ji %100 zêdetir e.

Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK), enflasyona berhemên çandiniyê yên mehane û salane eşkere kir. Li gor amaran enflasyona berhemên çandiniyê ya mehane %7 zêde bûye, enflasyona berhemên çandiniyê li gor meha Kanûna 2021an %139.49 zêde bûye û li gor heman mehên sala par jî %169.45 zêde bûye.

Di nav berhemên çandiniyê de salane herî zêde bihayên mandalîna, pirteqal û lîmon bi rêjeya %380.89, sebze û gindor û zebeş bi rêjeya %231.92 giran bûne. Herî kêm jî bi rêjeya %87.24 bihayên mî û bizin û berhemên wan giran bûne.