Li Stenbolê xelk di rêza nanê erzan de nerazîbûnê nîşan didin

Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji nîşanên krîza aborî li Tirkiyê ew e ku xelk ji bo peydakirina nanê erzan bi seetan di dorê de dimîne. Li Stenbolê xelk di rêza semûnê erzan de nerazîbûnê nîşan didin.

Li Tirkiyê li markêtan kirîna hinek şêweyên xorakê hatiye sînordarkirin. Kes nikare 2 teneke rûn, an jî 2 kîs ard bikre. Pereyê wan roj bi roj dihele û bênirx dibe, lê her tişt li bazarê 4 qat û 5 qat zêde dibe. Hêza kirînê namîne.

Kesên ku dengê xwe dane AK Partiyê jî ketine dora kirîna nanê erzan û yek ji wan dibêje, xwezî destê min bişkesta û min deng nedaba wan.

Hem opozîsyon û hem jî aborînas dibêjin, tenê yek tişt dikare dawiyê li vê rewşa xerab bîne, ew jî hilbijartinên pêşwext in, bela sindoqan deynin û her kes bigihîje mafê xwe.

Welatî Mehmet Guzel dibêje: “Ji bo wergirtina çar semûnan demjimêreke di rêzê de rawestiya me. Em gihandin vê rewşê. Destê min bişkesta û min deng nedaba wan.”

Ev axaftina welatiyekî Tirkiyê ye li Stenbolê ku berê deng daye AK Partiyê, lê niha di rêzê de rawestiya ye daku semûn bi bihayekî erzantir bikire. Beşeke zêde ya xelkê ji hikûmetê aciz in. Li bendê ne AK Partî gavan biavêje û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rexne dikin.

Welatî Yunus Emre Ak jî got: “Di kanalên televizyonê de derdikeve, wek bibêje tiştek neqewimiye û welat hingiv û qeymax e. Dibêje ev yek şeş meh an salekê berdewam dike. Salek piştre yan şeş meh piştre dibînin, tiştek naguhere.”

Ji ber daketina berdewam a bihayê lîreyê Tirkî, rojane nirxê kelûpelan biha dibe. Bi awayekî market rojane etîketên nirxan nû dikin.

Welatî Ali Haydar Balta jî dibêje: “Her roj biha zêdetir bilind dibin, em bêzar bûn. Çi bikin? Radibin rûdinên tişt giran dibin.”

Destnîşankirina mûçeyê here kêm li Tirkiyê di gotûbêjê de ye û Erdogan biryar daye mûçeyê kêmane bê zêdekirin. Lê ji ber bêbihabûna lîreyê Tirkî, dilê welatiyan bi vê hewldanê jî nexweş e.

Welatî Levent Koçyigit jîgot: “Nîv demjimêr e li bendê me daku pênc lîre bo min vegerin. Bo karê xwe jî dereng mam. Bila bi kêfa xwe mûçeyê kêmane zêde bikin!.”

Ev rewşa Tirkiyê ye, hikûmet red dike ku aboriya Tirkiyê di hilweşînê de ye. Opozisyon jî guşarê dike û dibêje, Tirkiye bi awayekî xirab tê birêvebirin û hilbijartina pêşwext take rêya rizgarbûnê ye.