Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber xirabbûna rewşa aboriyê bêkarî jî roj bi roj zêdetir dibe.
Rêxistina Bipêşxistin û Hevkariya Aborî (OECD) amarên bêkariyê yên meha Îlonê û rêzbenda welatan belav kirin.
OECDyê diyar kir ku rêjeya bêkariya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî nîveka OECDyê ye.
Tirkiye bi rêjeya 8,6an di dawiya lîsteyê de 4emîn welat e.
Li gorî amaran li seranserî welatên endamên OECDyê rêjeya bêkariyê ji sedî 4,9 e û 30 mehên dawî di bin ji sedî 5an de rawestiyaye.
Rêjeya bêkariyê ya Tirkiyeyê ji sedî 8,6 e û di dawiya lîsteyê de ketiye rêza çaran.
Di raporê de hat gotin ku di navbera mêr û jinan de cudakariyeke zêde heye û rêjeya bêkariya mêran zêdeyî 5,6 puanan li ser rêjeya bêkariya jinan e.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihandibû ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Îlonê li gorî meha Tebaxê rêjeya bêkariyê neguheriye û bi rêjeya ji sedî 8,6 hejmara bêkaran 3 milyon û 100 hezar kes e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse