Li gorî Banka Navendî ya Tirkiyeyê dê dolar bibe çend lîre?

15-09-2023
RÛDAW
Nîşan Banka Navendî ya Tirkiyeyê Dolar Enflasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyeyê, pêşbîniya xwe ya enflasyona dawiya sala 2023yan wekî ji sedî 67,22 û pêşbîniya dolar jî wekî 30,14 lîre guherî.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê, encamên “Rapirsiya Beşdarên Bazarê ya Îlona 2023yan” eşkere kirin.

Rapirsî bi beşdariya 41 nûnerên sektora fînansê, sektora berhemanînê û pisporan hatiye amadekirin.

Dolar û enflasyonê dê zêde bibin

Li gorî rapirsiyê li Tirkiyeyê heta dawiya sala 2023yan dolar biha dibe û enflasyon zêde dibe.

Di rapirsiyê de pêşbîniya rêjeya enlasyona dawiya sala 2023yan, ji sedî 59,46an derket ji sedî 67,22yan.

Di rapirsiya pêştir de, bihayê dolar jî li hemberî lîreyê Tirkî 29,82 lîre bû.

Li gorî rapirsiya nû, tê pêşbînîkirin ku dawiya salê bigihêje 30,14 lîreyan.

Pêşbîniya mezinbûna aboriya Tirkiyeyê jî zêde bû ji bo sala 2023yan ji sedî 3,7an derket sedî 3,9an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst