Roja ewil a projeya niştecîbûnê: 865,000 serlêdan çêbûn

15-09-2022
RÛDAW
Nîşan Yekeyên Niştecîbûnê Serlêdan Mala Min a Ewil û Kargeha Min a Ewil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ragihandinê yê Serokomariya Tirkiyê Fahrettîn Altun ragihand ku di roja ewil a projeya yekeyên niştecîbûnê ya bi navê “Mala Min a Ewil û Cihê Karê ê Ewil” de 865 hezar serlêdan hatin kirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Sêşemê 13ê Îlona 2022ê projeyeke mezin a avakirina yekeyên niştecihbûnê ragihand ku  ew dê li 81 parêzgehên Tirkiyê di nav de Bakurê Kurdistanê, 500 hezar yekeyên niştecîbûnê ava bikin.

Serokê Ragihandinê yê Serokomariya Tirkiyê Fahrettîn Altun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê serlêdanên projeya avahiyên niştecîbûnê de agahî dan.

Altun dibêje: “Roja ewil ji bo projeya avahiyên niştecîbûnê yên herî berfireh û mezin ên dîroka Komara me 865 hezar serlêdan hat kirin. Bi vê projeya ku dewleta me bi seferberiyeke mezin a ku li dinyayê kêm tê dîtin pêşkêşî gelê me kir va înşeallah dê bi sedhezaran welatiyên me bibin xwedî mal.”

Li gor vê projeya ku Erdogan behsa wê dike,  dê li 81 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiye di demê 5 salan de 500 hezar yekeyên niştecihbûnê bên avakirin.  Dê xaniyek 2 ode û salonek bi 608 hezar lîreyên Tirkî  bo welatiyan bo demê 240 mehan bi qistên 2 hezar 280 lîre bê firotin. Herwiha xaniyek 3 ode û salonek jî bi 850 hezar lîre bo demê 240 mehan, bi qistên 3 hezar 182 lîre bê firotin. 

Welatî jî divê destpêkê  ji sedî 10ê wî pereyî weke pêşekî bidin. Bi gotina hikûmetê xerciya vê projeyê jî 900 milyar lîreyên Tirkî ye.

Li gor hikûmeta Tirkiyê dibêje ev proje bo ciwanan, xanenîşan û   malbatên kêmdahat e û kesên li Stenbolê dahata wan di jêr 18 hezar lîre û li parêzgehên din jî di jêr 16 hezar lîreyên Tirkî  de dê bikarin serî lê bidin. Serlêdanên bo vê projeyê ji duh ve destpê kiriye û di dawiya  Cotmeha îsal de bi dawî dibin. Li gor ku Erdogan dibêje kevirê bingehîn ê projeyê jî serê sale bi merasîmekê tê danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst