Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê hejarî û birçîbûnê çiqas e?

Hewlêr (Rûdaw) - DISKê ragihand ku di têmehê de li Tirkiyeyê ji bo malbateke çar kesî sînorê birçîbûnê bûye 19 hezar û 423 lîreyên Tirkî.

Herwiha sînorê hejariyê jî gehiştiye 67 hezar û 186 lîreyên Tirkî.

Navenda Lêkolînê ya Sendîkaya Metal-Işê (BISAM) ya ser bi Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ya Tirkiyeyê (DISK) rapora xwe ya bi navê “Sînorê birçîbûn û hejariyê ya Tîrmeha 2024an” belav kir.

Li gorî raporê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di Temûza îsal de ji bo malbateke 4 kesî sînorê birçîbûnê derketiye 19 hezar û 423 lîreyan.

Herwiha sînorê hejariyê jî gihîştiya 67 hezar û 186 lîreyên Tirkî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mûçeya herî kêm tenê 17 hezar û 2 lîreyên Tirkî ye.

Li aliyê din ji bo kesekî ku tenê dijî sînorê hejariyê wekî 31 hezar û 181 lîre hatiye hesabkirin û rojane ji bo xwarinê pêwîstî bi 647 lîreyan heye.

Di raporê de pêwîstiya kesekî ya xwarina rojekê wiha hatiye diyarkirin:

Şîr û berhemên şîr: 181,81 lîre

Goşt, mirîşk û masî: 132,55 lîre

Şînkayî û fêkî: 170,90 lîre

Nan: 57,1 lîre

Rûn: 33,49 lîre

Hêk: 8,52 lîre

Şekir: 15,07 lîre

Navenda Lêkolînê ya Sendîkaya Metal-Işê (BISAM) ji bo hezîranê ragihandibû ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûna malbateke 4 kesî gihiştiye 19 hezar û 44 lîreyan û sînorê hejariyê jî derketiye 65 hezar û 874 lîreyên Tirkî.