Xercên derketina derve pişt li xelkê şikandiye: ‘Em perîşan bûn’

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî xercên pûlan ên deriyên sînorî bûn 500 lîre li Deriyê Bajêrgeyê yê Geverê rêjaya hatin û çûnê zêdetir ji sedî 60 kêm bûye.

Biryara Hikumeta Tirkiyeyê ya zêdekirina xercên çûna derve ji 12ê vê mehê ve tê sepandin.

Li gorî vê yekê, her kese bixwaze ji deriyên sînorî derbas bibe neçar e 500 lîreyî bide.

Divê were gotin ku xerc berê 150 lîre bûn.

Li Dêriyê Bajêrgeyê yê di navbera Urmiye û Geverê de rêjeya xelkê ku rojande derbas dibe kêm bûye.

“Em perişan bûne”

Mehmet Akgunê ji Geverê got ku ew êdî nikarin biçin û bên û wiha axivî:

“Xelkê Îranê bi belaşî tê û diçe lê em neçar in 500 lîreyî bidin loma em nikarin bên û biçin û em perişan bûne.”

“Tenê xelkê Îranê tê û diçe”

Ajokarê taksiyê Sedat Altin diyar kir ku êdî karê wan nabe û wiha axivî:

“Berê kar hebû lê piştî ku xerc bûne 500 lîre em nikarin seyareyên xwe tijî bikin, niha tenê xelkê Îranê tê û diçe.”

“Wan niha nanê xelkê jî qut kir”

Bazirgan Azad Dere jî got, “Piştî ku xerc bû 500 lîre êdî xelk nikare bê û biçe tenê xelkê Îranê tê.

Berê baş bû 150 lîre disa baş bû lê wan niha nanê xelkê jî qut kir.”

Zêdekirina xerca çûna derve bandora xwe li nav bazara Geverê jî kiriye.

Li nav bazara Geverê piraniya kel û pelên rojane ji Rojhilatê Kurdistanê tên ew jî dibe sedem ku li nav bazarên Geverê jî her tişt biha bibe.

“Min nesax hene ez dibim Îranê lê ez nikarim”

Esnaf Nedîm Yilmaz jî diyar kir ku ew nikare nexweşên xwe jî derbas bike û li pey çû:

“Em nikarin bên û biçin, xerc gelekî zêde ne. Ez bi xwe nikarim malbata xwe bibim, a rast xerc zêde ne.

Min nesax hene ez dibim Îranê lê ez nikarim êdî biçim. Dahata gelek kesan li ser vî dervazeyî ye.”

“Gelek kes hejar perişan û mexdur bûne”

“Esnaf Seracedîn Olmaz li ser bihabûna li bazarê wiha axivî:

Li nav bazarê her tişt giran e, tiştên Îranê jî hema bi bihayê tiştên Îranê tên firotin û gelek kes hejar perişan û mexdur bûne.”

Li gorî amarên Jûra Bazirganiyê ya Geverê, piştî ku xerc ji 150 lîreyî bûn 500 lîre, her du rojên destpêkê rêjeya çûna xelkê Gever û Şemzinanê ya ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve ji sedî 60 daketiye.

“Çûna xelkê ji sedî 60 kêm bûye”

Serokê Jûra Bazirganiyê ya Geverê Salîh Ozdemîr ev amar dan:

“Ev 2-3 roj in 500 lîreyî distînin rêjeya çûna xelkê ji sedî 60 kêm bûye û ew jî tiştekî xirab e.”

Li gorî biryara Hikumetê, di dema derbasbûna sînoran de tenê zarokên ji 7 salî biçûktir xercên pûlan nadin.