BISAM: Li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê gihiştiye 19 hezar û 44 lîreyan

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan BISAM Sînorê Birçîbûnê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Navenda Lêkolînê ya Sendîkaya Metal-Işê (BISAM) meha Hezîrana îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûna malbateke 4 kesî gihiştiye 19  hezar û 44 lîreyan û sînorê hejariyê jî derketiye 65 hezar û 874 lîreyên Tirkî.

Navenda Lêkolînê ya Sendîkaya Metal-Iş ya Hevgirtî (BISAM) encamên Lêkolîna Sînorê Birçîbûn û Hejariyê yên Hezîrana 2024an eşkere kirin.

Li gorî lêkolîna BISAMê, meha Hezîrana îsal li Tirkiyeyî sînorê birçîbûnê ya malbateke 4 kesî gihiştiye 19 hezar û 44 lîreyan ku di sala 2024an de mûçeyê kêmane 17 hezar û 2 lîre ye.

Sînorê birçîbûnê mûçeyê kêmane derbas kiriye

Bi vî awayî sînorê birçîbûnê 2 hezar û 42 lîre mûçeyê kêmane derbas kiriye.

Sînorê hejariyê jî di heman mehê de derketiye 65 hezar û 874 lîreyan.

Li gorî amarên BISAMê ji bo yek kes karibe debara jiyana xwe bike, pêwîstiya wî/wê bi 30 hezar û 604 lîreyan heye.

Herwiha di meha Hezîranê de herî zêde nirxê şîr û berhemên şîr zêde bûye û di rêza duyemîn de jî goşt, hêk û dexlûdan hene.

Li gorî raporê ji bo kesek bikaribe bi tenuristî bijî rojane divê:

Herî kêm 174 lîre ji bo şîr û berhemên şîr

Herî kêm 133 lîre ji bo goşt, mirîşk û masî

Herî kêm 168 lîre ji bo fêkî û sewze xerc bike.

Herwiha ji bo nan 57 lîre, ji bo zeytê 32 lîre, ji bo hêk 8 lîre û ji bo hingiv an dimsê jî here kêm 14 lîreyan xerc bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst