Îsal 17 hezar kompanya hatine girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber qeyrana aboriyê 17 hezar û 716 kompanya hatine girtin.

Aboriya Tirkiyeyê ji ber daketina bihayê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî û enflasyona bilind, roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçe.

Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê (TOBB), amarên damezrandin û girtina komapanyayên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kirin.

Li gor amaran, di 5 mehên destpêkê yên îsal de 17 hezar û 716 kompanya hatine girtin, 53 hezar û 383 cihên kar an kompanya hatine vekirin û damezrandin.

Hejmara damezirandina kompanyayan kêm bûye

Ji sedî 17 damezrandina kompanyeyan kêm bûye.

Di 5 mehên heman serdema 2023yan de 64 hezar û 852 kompanya hatibûn damezrandin.

Faîza zêde, polîtîkayên dijwar ên pere û zehmetbûna bidestxistina fînansê cesareta karsazan şikaniye û ji ber vê yekê di salekê de ji sedî 17,7 damezrandina kompanyeyan kêm bûye.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, di girtina kompanyayan de kêmbûnek hebe jî ne zêde ye.

Di 5 mehên sala borî de ku 18 hezar û 635 şîrket hatibûn girtin.

Îsal di heman demê de daketiye 17 hezar û 716 kompnayeyan.

Di 5 mehên destpêkê yên 2023yan de ku bi şirîkatiya sermayeya biyanî 5 hezar û 723 kompanya yan cihê kar hatibûn vekirin, îsal di heman demê de 3 hezar û 333 şirket hatine damezrandin.