QAMIŞLO: Kargeheke kondîşinan 27 sal in bê navber kar dike
Qamişlo (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê berya 27 salan kargeheke kondîşinan yê bi navê Qerebîdiyan hatiye damezirandin. Kereste û alavên vî kargehî ji Bakûrê Kurdistanê tên.
Kargeha kondîşinan a Qerebîddiyan ev 27 sal in kar dike. Lê ji ber krîzê kondîşinên wan tenê li Rojavayê Kurdistanê têne firotin.
Karkerê bi navê Sekvan Ekrem dibêje: “Ev 18 sal in ez li vî kargehî kar dikim. Niha ez serokê karkeran me. Madeyên xam ji me re ji Kurdistanê tên û li vir tên amadekirin.”
Beriya krîza Sûriyê, berhemên vê kargehê li tevahiya bajarên Sûryê dihatin belav kirin û dişandine Urdinê. Lê di dema dawî de tenê berhem li herêma Cezîra Rojavayê Kurdistanê tên firotin.
Berpirsê karkeran Ferhan Omer diyar dike: “Ev 10 sal in ez li vir kar dikim. Berî me kondîşin dişandine Hesekê, Reqayê, Dêrezorê û Helebê. Me kondîşinên mezin, navîn û biçûk verhemdianî. Lê niha jiber rewşê yên biçûk û mezin çêdikin. Nirxê wan jî 100 û 110 hezar lîre ye.”
Ji ber germa zêde ya li Rojavayê Kurdistanê, daxwaziyeke zêde li ser van cureyên kondîşinan heye. Nemaze ku dema perçe ji kardikevin yedekên wan peyda dibin. Ev curên kondîşinan bi elektrîka jeneratoran jî vêdikevin.
Welatiyê bi navê Stêpan Guzelyan jî diyar dike: “Ev zêdetirî 20 sal in 2 kargehên kondîşinan li Qamişlo hebûn. Yek ji wan Wanêsyan û ya din jî Qerebîdyan bû. Kondîşineke Wanêsyan li mala min heye û ev zêdetirî 20 sal in tiştek nebûye. Tenê em pûşê wê diguherin da ku hênik bibe. Devera me pir germ e û ev kondîşin ji germê re derman in.”
Beriya 6 salan gelek karker li vî kargehî kar dikirin lê piştî aloziya Sûriyê û zehmetiyên jiyanê li Rojava, herwiya penaberiya piraniya xort û malbatan, karker kêm bûne.