Cotkarên Amedê naxwazin zexîr û genimê wan bi erzanî were firotin

Amed (Rûdaw) – Li Amed a Bakurê Kurdistanê ji sedî 60-65 aboriya bajêr li ser çandiniyê ye. Li nav sînorê bajêr 6 mîlyon û 500 hezar donim erd û zeviyên çandiniyê hene. Herwiha bi giştî 36 hezar cotkar li vî bajarî hene.

 

Cotkarên Amedê bi saya baran û balinca zêde ji ber û bereketa îsal kêfxweş bin jî ji buha û rayîşa genim a ku ji aliyê Wezareta Çandinî ya Tirkiyê ve di 12ê Tîrmehê de hatiye eşkerakirin, nerazî ne. Serê jêr ango buhayê herî kêm ê genimê reş 800 lîre, yê genimê hişk ê sor a nan jî 940 lîre hatiye destnîşankirin.

 

Wate li gor sala par, tenê 30 lîre hatiye zêdekirin. Lê cotkar dibêjin ku ew bi vî buha û rayîşa genim nikarin deynên xwe bidin. Li zeviyên Amedê nîsk, pembo, ceh û garis bên çandin jî lê bi rêjeya ji sedê 65an herî zêde genim tê çandin.

 

Îsal ber û bereketa zeviyên çandiniyê baş be jî li gor cotkaran buha û rayîşa genim, dexl û dan ne ewqas baş e. Cotkar Suleyman Îskenderoglû tevî ku Serokê Jûra Cotkarî ya Bajarê Nû ya Amedê ye, bi dehan ton genimê wî di destê wî de maye. Ew ji niha ve ketiye derd û tatîra kirêdî û deynan.

 

Cotkar û Serokê Jûra Cotkarî ya Bajarê Nû ya Amedê Suleyman Îskenderoglû ji Rûdawê re got: “Buhayê genim diviyabû herî kêm yek mîlyon û 250 lîre bûya. Hûn dibînin genimên me gişt li ser bênderan man. Cotkar gişt perîşan bûn. Deynên me ji bankayan re hene. Me hemûyan bi deynî kirêdî girtine. Ên min bi xwe du tiraktorên min in, herdû tiraktorên min deynê kirêdiyê min kirriye. Cotkar gişt wek min in. Em gişt di bin metirsiya fayizxur û fayiza bankayan de ne. Ger em vî genimî nefiroşin em ê çawa deynê xwe bidin? Dê hecîz were ser mal û sermiyanê me.”

 

Li Bazara Genim a Amedê bi hezaran ton genim li hundirê kewaran û li ser kolanan hatine rokirin. Lê kirryarê ku genim bi buhayek baş dikirre tune ye.

 

Buha û rayîşa zexîr û genim diviyabû di Hezîranê de bê eşkerakirin. Lê Wezareta Cotkariyê di 12ê Tîrmehê de ragihand ku serê jêr ê rayîşa genimê reş 800, genimê hişk ê sor jî 940 e.

 

Serokê Borsaya Bazirganiya Amedê Engîn Yeşîl jî diyar kir: “Buhayê genim gellek kêm destnîşan kirine. Ji ber vê yekê TMO(Nivîsîngeha Berhemên Zeviyan) jî dereng distîne. Lewra bi piraniya cotkaran genimê xwe li ser bêderan hêştine. Hinekan çûne ji xwe re kewarên geniman kirê kirine. Ji ber vê yekê zerer û ziyan li cotkaran ketiye. Diviyabû buha û rayîşa genim hinek zêdetir ba. Dê hingê ji bo cotkaran baştir dibû.”

 

Li Amedê 6 mîlyon 500 hezar donim zeviyên çandiniyê hene. Ji sedan 65ê van zeviyan genim tê çandin. Sala par 1 mîlyon û 249 hezar ton hatiye hilberandin û îsal hilberîn bi saya baranê ji sedî 20 zêde bûye.