Qehweya Kurdî bo Ewropayê tê hinardekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Duhokê berhemên xwe yên xwezayî hinardeyê welatên Ewropayê dike. Yek ji wan berhema jî qehweya kezwanan e ku weke qehweya Kurdî tê naskirin.

Serokê Liqa Duhokê ya Yekîtiya Henarde û Hawirdekaran Rêber Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand ku tenê kompaniyeke Duhokê di şeş mehan de 300 ton tehîn şandine Brîtanya û Nemsayê, herwiha 100 ton tirşiyat û 250 ton şerbet hinarde kirine.

Rêber Îbrahîm herwiha da zanî ku qehweya kezwanan a Akreyê, biharat û simaq jî ji bo derve tên hinardekirin. 

Îbrahîm got: “Berhemên çandiniyê yên hişkirî, hingiv jî ji wan berheman e ku bazareke baş li derve heye. Eger hêsankarî bo bazirganan bê kirin dê bikarin %50 berhemên xwe hinarde bikin.”

Bi gotina Rêber Îbrahîm, hêsankariyên ku ew dixwazin bo çareserkirina miamile û karûbarên îdarî ye ku bikarin berhemên xwe bişînin û ew dixwazin ku li gumrikê hêsankarî bo wan bê kirin ku bikarin zûtir berhemê xwe bigihînin benderên Mêrsîn û Um Qesrê.

Rêber Îbrahîm got ku piranya berhemên Duhokê bi rêya benderên Mêrsînê tên hinardekirin, ji ber vê pêwîst e alîkariya wan bê kirin. 

Serokê Liqa Duhokê ya Yekîtiya Henarde û Hawirdekaran herwiha got ku divê hêsankarî di wergirtina bacê de bê kirin ji ber ku buhayê dolar bandorê li ser wan dike û neçar in gumrkeke zêde bidin û daxwazê jî dikin hikûmet piştevaniya kargehên navxweyî bike.