Li Tirkiyê firotina xaniyan %16 kêm bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Gulana 2023an li gor heman meha sala borî rêjeya firotina xaniyan ji %7.7 kêm bûye û hejmara xaniyên hatine firotin bo 113 hezar û 276 xaniyan daketiye. Herwiha di 5 mehên destpêkê yên sala 2023an de li gor heman mehên sala 2022an firotina xaniyan %16.3 daketiye.

TUIKê amarên firotina avahiyan ên Gulana 2023an eşkere kirin. Li gor amarên TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Gulanê li gor heman meha sala borî firotina xaniyan ji %7.7 kêm bûye û 113 hezar û 276 xanî hatine firotin.

Herî zêde jî li parêzgehên Stenbol, Enqerê û Antalyayê yên Tirkiyê û herî kêm jî li parêzgehên Erdexan, Colemerg û Dêrsîmê yên Bakurê Kurdistanê xanî hatine firotin. Li Erdexanê di meha Gulanê de tenê 16 xanî hatine firotin.

Herwiha di 5 mehên destpêkê yên sala 2023an de li gor heman mehên sala 2022an firotina xaniyan %16.3 daketiye û 482 hezar û 143 xanî hatine firotin.

Meha Gulanê jî rêjeya xaniyên bo welatiyên biyanî hatine firotin li gor heman meha sala par %46.9 kêm bûye û 3 hezar û 167 xanî bo biyaniyan hatine firotin. Welatiyên biyanî herî zêde li Antalya, Stenbol û Mêrsînê xanî kirîne. Biyaniyan li Antalyayê hezar û 245, li Stenbolê 934 û li Mêrsînê 249 xanî kirîne.

Welatiyên Rûsyayê bi kirîna 991 xaniyan yekemîn, welatiyên Îranê bi kirîna 503 xaniyan duyemîn û welatiyên Ukraynayê bi kirîna 175 xaniyan di rêza sêyemîn de ne.