Lijneya Aborî ya Tirkiyê li Beştepe krîza aborî ya heyî gotubêj dike

15-06-2023
Nîşan Aborî Tirkiye Lijneya Aborî ya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê rojeva serekî rewşa aborî ye; Yekem civîna Lijneya Koordînasyona Aboriyê ya rêveberiya nû bi serokatiya Cîgirê Serokkomarê Tirkiye Cevdet Yilmaz îro demjimêr 10:00 li Koşka Serokkomariyê destpê kir, Seroka nû ya Banka Navendî Hafize Gaye Erkan jî beşdarî civînê bû.

Li Tirkiyê her diçe lîre li beramberî diravên biyanî nirxê xwe ji dest dide, enflasyon bilind dibe û krîza aborî bûye rojeva sereke. Îro Pêncşemê 15ê Hezîranê 2023an yekem civîna Lijneya Koordînasyona Aboriyê ya Tirkiye demjimêr 10:00 li Koşka Beştepe destpê kir.

Civîn bi serokatiya Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz tê sazkirin û Wezîrê Xezîne û Darayî Mehmet Şîmşek, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan beşdarî civînê bûn. Tê gotin ku dê Seroka Banka Navendî Hafize Gaye Erkan jî di civînê de amade bû.

Herwiha Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatih Kacir, Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli, Serokê Stratejî û Budceyê yê Serokkomariyê Îbrahîm Şenel û nûnerên sazî û rêxistinan jî dê beşdarî civînê bibin. Di civînê de wê rewşa niha ya aborî û bendewariyên heyî tên gotubêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst