Ipsos: Ji sedî 75ê xelkê Tirkiyê ditirsin nikaribin fatureyên xwe bidin

15-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanya Lêkolînê ya Global a Ipsosê ragihand ku %75ê xelkê Tirkiyê ji wê yekê ditirsin nikaribin pereyên fatureyên xwe yên elektrîk û gaza xwezayî bidin.

Kompanya Lêkolînê ya Global a Ipsosê lêkolîna xwe ya ku ligel Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) bi hevre kirine eşkere kir.

Li gor wê lêkolînê ku 11 welatan li xwe digre welatiyên herî zêde ji rewşa aborî nîgeran in welatiyên Tirkiyê ne. Herwiha li welatên wek Spanya, Japonya, Italya û Brîtanyayê û welatên din ên ku bûne mijara lêkolînê bo nîgeraniya rewşa aborî nîveka ji sedî 25ê welatiyan gotine “zehmete an jî gelekî zehmete”. Lê li Tirkiyê %66ê beşdarvanan gotine rewşa wan a aborî xirab e û rûbirûyê zehmetiyan bûne.

Li gor lêkolînê %80ê xelkê Tirkiyê difikirin ku dê zêdebûna enflasyonê heta dawiya sale jî berdewam bike. Ji bo sedema zêdebûna enflasyonê jî;  %84ê xelkê Tirkiyê dibêjin sedem hatina koçberan e, %81 dibêjin rêjeya faîzê û %80 jî polîtîkayên hikûmetê berpirsiyar dibînin.

Herwiha ji sedî 62ê beşdarvanan gotine di dema bê de dê dahata wan kêmtir bibe û %81ê xelkê jî gotine dê nirxê benzînê zêdetir bibe û ji ber vê yekê %44ê wan plan dikin ku otomobîlên xwe kêmtir bikar bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst