Nirxê petrola brent bilind bû

15-05-2019
RÛDAW
Nîşan Petrol Brent Bermîl Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bazarên navneteweyî bermîla petrola brent bi 71,27 dolarî tê firotin.

 

Îro bermîla petrola brent ji saet 09.25an pê ve li gor duh êvarê ji sedî 0.11 zêde bû û derkete 71,27 dolarî. Bermîla petrola brent duh di nav rojê da bi 71,92 dolarî dihat firotin û di dawiya rojê da bi 71,19 dolarî hatibû firotin.

 

Di heman demê da bermîla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 61,34 dolarî hat firotin.

 

Pispor dibêjin ligel biryara Îran, Venezuela û Rêxistina Welatên Petrolê Hinarde dikin (OPEC) ji ber ku di navbera Amerîka û Çînê de şerê bazirganiyê heye û li ser baca gumrikê dewam dike ew dê bandoreke neyînî li ser daxwaza petrolê bike.

 

Ji ber êrîşên li ser tesîsên Erebistana Siûdî bihayê petrolê danakeve. Wekî mayîn di rapora OPECê ya duh weşand de hat gotin ku tê dîtin daxwaza petrolê OPECê dê zêde bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst