BESAMê sînorê birçîbûnê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Navenda Lêkolînê ya Sendîkaya Metal-Işê (BESAM) li Tirkiyê sînorê birçîbûna malbateke 4 kesî gehiştiye 9  hezar û 572 lîreyan  û sînorê hejariyê jî 33 hezar û 754 lîreyên Tirkî ye.

Navenda Lêkolînê ya Sendîkaya Metal-Iş ya Hevgirtî (BESAM) encamên Lêkolîna Sînorê Birçîbûn û Hejariyê yên Adara 2023an eşkere kir.

Li gor lêkolîna BESAMê ku bi armanca şert û mercên debara jiyanê ên karkeran diyar bike û bandora zêdebûna bihayê kelûpelên serekî ên jiyanê li ser malbata bê zanîn hatiyekirin di meha Adara îsal de li Tirkiyê sînorê birçîbûnê bo malbateke 4 kesî gehiştiye 9 hezar û 572 lîreyan ku di sala 2023an de mûçeyê kêmane 8 hezar û 500 lîre ye û bi vî awayî sînorê birçîbûnê hezar û 72 lîre mûçeyê kêmane derbas kiriye.

Li gor amarên BESAMê ji bo yek kes bikaribe debara jiyana xwe bike, pêwîstiya wî bi 2 hezar û 649 lîreyan heye. Herwiha di meha Adarê de herî zêde nirxê şîr û berhemên şîr zêde bûye û di rêza duyemîn de jî bi zêdebûna %27.1ê goşt, hêk û dexlûdan hene.

 Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Adara 2023an bi rêjeya %2.29 zêde bûye û salane jî gihiştiye %50.51ê, lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê gihiştiye %112.51.