Şerê Rûsya û Ukraynayê zirar gihandiye bazirganên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê

15-04-2022
RÛDAW
Şerê Rûsya û Ukraynayê zirar li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kiriye
Şerê Rûsya û Ukraynayê zirar li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kiriye
Nîşan Şerê Rûsya û Ukraynayê Aborî Bazirganî Kelûpel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Rûsya û Ukraynayê ziyaneke mezin li kasibkar û bazirganên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê daye, û xelk ji ber bihabûna kelûpelan bêzar bûye.

Elî yê çakêtfiroş xwediyê dikanekê ye li Lalelî ya Stenbolê ku navenda berhemanîna çerm û cil û bergan e li Tirkiyeyê. Ji ber cihê dikana Elî baş e ew mehane nêzîkî du hezar dolar kirê dide. Îsal ji ber şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de wek berê qezenc nake.

Dikandar Elî li ser bihabûna kelûpelan got, "Par, wek nimûne qazanca vê dikana min di nava pênc, şeş mehan de 30 hezar dolar bû lê îsal her ji destpêka salê ve ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê min kariye çaryeka vî pereyî bidest bixim."

Dikandar Elî  nêzîkî 20 salan e bazirganiya çerm dike. Zêdetirî %60ê kiryarên wî Rûsî û Ukraynî ne. Piştî destpêkirina şer firotina wî bi rêjaya ji %90 daketiye.

Dikandar Elî diyar kir, "Ez nikarim bi hejmar bêjim lê di nava hefteyekê de min 150 çakêt difiroştin lê niha herî zêde ez 5-10 çakêtan difiroşim, di wê astê de daketiye."

Qebareya bazirganiya bajarokê Laleliyê salane bi Rûsya re 700-800 milyon dolar e û li gel Ukrayna jî 100 heta 140 milyon dolar e. Ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê kompanyayên ku rasterast bi Rûsyayê re bazirganî dikirin ziyaneke mezin dîtine.

Serokê Pîşeger û Karsazên Laleliyê Giyasedîn Eyupkoca dibêje, "Bi mîsoger her kes jê bandor dibe lê bi taybet ew kompanyayên ku rasterast bi Rûsya re kar dikin, qazanca xwe ji %50 ji dest dane. Niha ji Rûsya bi rêya bankayên Tirkiye ruble ji me re tê, di vê xalê de ta astekê pirsgirêka me nemaye. Wek hûn dizanin nirxê dirav ta astekê cîgir bûye."

Piştî destpêkirina êrişên Rûsya yên ser Ukraynayê di dawiya meha Sibata îsal de, kiryarên van her du welatan di nava yek hefteyê de daxwazên xwe yê kirînê bi nirxê 200 milyon dolarî rawestandin. Beşekî bazirganên xwediyê pişkên kêm bi temamî îflas kirin.

Tirkiye û Rûsya ji destpêka Cotmeha 2019an ve rêkeftineke bazirganiyê wajo kirine ku her welat bi pereyê welatê xwe bazirganiyê bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst