Dolar li hember lîreyê Tirk rekoreke nû tomar kir

15-03-2023
RÛDAW
Nîşan Dolar Lîreyê Tirk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û dolarek gihişte 19 lîre û 397 quruşan.

Piştî ku demjimêrên sibehê dolar gihişte 19 lîre û 397 quruşan, demjimêr 09:10 careke din daket bin 19 lîreyan û dolarek li bazarên Tirkiyê bi 18 lîre û 988 quruşan tê firotin.

Geşedanên aborî yên li Amerîkayê bandorê li nirxê dolar dikin. Zêdekirina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve dibe sedem ku nirxê dolar li hember diravên biyanî zêde bibe.

Tê çaverêkirin, Banka Navendî ya Amerîkayê di civîna bê de rêjeya faîzê 0.25 puan bilind bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst