Gazprom karmendên xwe ji Londonê vedigerîne Rûsyayê

15-03-2018
RÛDAW
Nîşan Rûsya Gazprom Karmend London Saint Petersburg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor du çavkaniyên agahdar li mezine Kompaniya Gazporm a Rûsî, wê kompaniyê dest bi veguhastina sedan karmendan kiriye, ku li ofîsên derveyî Rûsyayê û di nava wan de Brîtanyayê de kar dikin.

 

Ji ber tirsa sepandina dorpêçên zêde bi ser kesayetî û berpirsên warê enerjiyê yê Rûsyayê, nekokiyên navbera Moskow û welatên Rojava zêde bûne.

 

Kompanya Gazpormê dest bi vegerandina karmendên xwe ji derveyî wî welatî û bi taybetî ji Londonê bo ofîsa xwe ya sereke li bajarê Saint Petersburgê kiriye.

 

Kompanya Gazpromê nêzîkî 2000 karmend li derveyî Rûsyayê heye, ku karên girêdayî hinardekirina gazê û karên bazirganî yên din rêk dixin.

 

Ji wan 2000 kesan, nêzîkî 1000 kesên wan bi tenî li ofîsa Londonê ya Gazpromê kar dikin.

 

Şeva derbasbûyî, Serokwezîra Brîtaniyayê Theresa May, Rûsya tohmetbar kir, ku sîxoreke Rûs li welatê wê jehrî kiriye ku ji her du aliyan re sîxorî dikir.

 

Ji ber heman mijarê, alozî di pêwendiyên navbera Brîtanya û Rûsyayê de derketiye û Brîtanyayê biryara derxistina 23 dîplomatên Rûsî daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst