Wezareta Darayî: Mûçeyê meha Sibatê dê sibê bê dayîn

 

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Reşîd Tahir, diyar kir ku mûçeyên meha Sibatê yên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve hatiye şandin û dê sibê were dayîn.

Alîkarê wezîrê darayî Reşîd Tahir, ji Rûdawê re got, mûçeyên karmendên Kurdistanê îro ji Bexdayê gihîşt Hewlêrê û da zanîn, dê sibê (16.03.2014) were dayîn.

Reşîd Tahir, anî ziman ku dê sibê karmendên wezaretên Tenduristî û Perwerdê mûçeyên xwe werbigirin û eşkere kir, mûçeyên wezaretên din jî dê ji roja duşemê (17.03.2014) ve bên dayîn.

Tahir her wiha got ku li gorî qanûnê, divê her meh tirîlyonek û 200 milyar dînar (milyarek dolar) bo Kurdistanê bê şandin, ji ber wê jî diviya di nav sê mehên borî de 3 tirîlyon û 600 milyar dînar gihîştiba Kurdistanê lê tenê tirîlyonek û 100 milyar dînar ji aliyê Bexdayê ve hatiye dayîn.

Alîkarê wezîrê darayî, destnîşan kir ku 850 milyar dînar her meh dibe mûçeyên karmendan lê tenê 548 milyar dînar bo mûçeyên meha Sibatê hatiye dayîn ji ber wê jî pişka ku kêm maye divê hikûmeta Herêma Kurdistanê dabîn bike.