Kirêya xaniyan li Rojavayê Kurdistanê buha bûye

Qamişlo (Rûdaw) - Ji ber zêdebûna hejmara koçberan li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistan kirêya xaniyan jî gelekî buha bûye, ji xwe niha bi zehemetî xaniyek bi kirê bi dest dikeve.

Li Rojavayê Kurdistanê niha kirêya xaniyekê bi qasî 3 mûçeyên Hikûmeta Sûriyê ye. Gelek malbat jî hene debara jiyana wan tune ye û di xaniyên kirê de jî dijîn, weke Zehiye Elî ku ev 2 sal û nîvê hevînê wê wendayî ye.

Zehiye Elî li mala herî dawî, li taxa Hilêliyê, li milê rojavayî bajarê Qamişlo, kirêçî ye û xaniyê wê ji du odeyan pêk tê, lê kelupelên xwediyê malê di wan odeyan de ne. Hevjînê Zehiya ev du sal û nîv in nebedî bûye, par wê ji xwe û zarokên xwe re, ev xanî bi 5 hezar lîreyên Sûrê kirê kiribû, lê nirxê wê biha bû û giheşt 25 hezaran, wate 5 qatan zêde kir.

Kirêcî Zehiya Elî dibêje: “Ez di xaniyê kirê de me û du zarok in min hene, em di metbexê de dijîn. Xanî du ode ne, lê kelûpel têde hene, kirê zehmet e. Zilamê min jî windayî ye ev du sal û nîv , me bihîst ku Tirkiyê ew girtine.”

Li Rojavayê Kurdistanê kiriya xaniyan ji sedî, herî kêm 150 zêde bû, ev jî li gor amarên Yekîtiya Nivsîngehên Kirîn û Firotina Xaniyan e.

Kirêcî Intîsa Îbrahîm jî dibêje: “Em koçber in û di xaniyê xelkê de ne û xelk jî xaniyên xwe difroşin. Xanî li ber firotinê ye, eger em derkevin em dê şepirze bibin, sê zarokê min hene.”

Rêveberiya Xweser heya niha nekariye rê liber bihabûnê bigre, ew dibêje ku ev mijar girêdayî mijara jidestdana nirxê lîreya sûrî û hatina hejmareke zêde ji koçberan e.

Her çende Yekîtiya Ofîsa Xaniyan 150 hezar wate 50 dolar weku bilindtirîn kirê destnîşan kiriye, lê ti kes pabend nabe.

Derbarê mijarê de Serokê Yekîtiya Ofîsa Kirîn û Firotina Xaniyan Ednan Misewer jî got: “Me biryarek standiye, li derveya kemberê, heya 50 hezarî ye û di hundir de heya 100 - 150 hezarî ye, 75 - 80 jî hene, xaniyê ku ji serê salê ve hatine bi kirê dan 386 xanîne.”

Li Rojavayê Kurdistanê xaniyên kirê bi zehmetî peyda dibe û dema ku peyda jî dibe, bihan e. Niha derdora 4200 xanî di nava Qamişlo de hene ku xwediyê wan bi kirê dane û piraniya kirêçiyan koçber in. Li naverasta bajêr jî kirêya xaniyan digihêje 500 dolarê Amerîkî.