Li Îranê nirxê mirîşk û goştê sor gelek bilind bûye

15-02-2019
RÛDAW
Xelk ji ber kêmiya dahatê nikarin goşt bikirin
Xelk ji ber kêmiya dahatê nikarin goşt bikirin
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îran Goşt Buhabûn Krîza aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rewşa aboriya Îranê gelek xirab bûye û wê yekê rasterast bandor li jiyana xelkê û xoreka wan kiriye. Xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji ber kûrbûna krîza aborî nikarin pêwîstiyên xwe yên sereke yên xwarinê dabîn bikin.

 

Ji ber sizayên Amerîkayê, rewşa aboriya Îranê roj bi roj xirabtir dibe, bi awayekê ku nirxê hemû kelûpelan li wî welatî çend bermaber bilind bûne. Nirxê goşt, him goştê sor û him goştê spî yê mirîşkan, ku beşeke giring ji selika xorekê ya her malbatekê pêk tîne, li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gelek bilind bûye û ji ber kêmbûna dahatê, xelk nikarin weke pêwîst goşt dabîn bikin.

 

Pêla buhabûna nirxê kelûplan li bazarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di demekê de ye, ku dahata pirraniya xelkê yan weke xwe maye yan jî kêmtir bûye.

 

Kesên fermanber, karker, dikandar û pîşeyên din ên weke wan, ji ber ku dahata wan kêm û sînordar e, nikarin lêçûnên malbatên xwe peyda bikin.

 

Zêdebûna buhayê kelûpelan taybet bi hin corên kelûpelan nîne û nirxê tevahiya kelûpelan li bazarên Îranê zêde bûne. Bi taybet buhayê wan corên xorekê ku li aliyên din ên sînor girantir in, nirxê wan zêdetir bilind bûne.

 

Hikûmeta Îranê ji bo ku rê li ber zêdebûna nirxan bigire, hinardekirina hinek corên kelûpelên xorekê qedexe kiriye, lê belê biryarên hikûmetê jî heta niha nekarîne rê li wê pêla buhabûna nirxan bigirin.

 

Pêştir xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji nebûna kar û dahata guncaw gazindeyên wan ji hikûmeta Îranê hebûn, lê belê niha di wê rewşê de hemû hêviyan wan bûye ev, ku bikarin xoreka pêwîst ji xwe û malbatên xwe re dabîn bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst