Lîreyê Sûrî li hemberî dolar biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Nirxê lîreyê Sûrî li bazarên Rojavayê Kurdistanê li hemberê dolar bi şêweyekî berbiçav bilind bûye.

Li gorî çavkaniyên ji nav bazara Qamişloyê, îro roja şemiyê, dolarek li bazarê bi 10000 Lîreyên Sûrî tê kirîn û bi 11000 Lîreyên jî tê firotin.

Lê çavkaniyekê ji bazara Qamişloyê ji Rûdawê re got ku bihabûna Lîreyeyê Sûrî li hemberî dolar ti bandor li bihayê kelûpelan nekiriye.

Heman çavkaniyê da zanîn ku çavdêriya desthilatê li ser bazarê nîne da ku bihayê kelûpelan li gorî nirxê Lîreyê Sûrî kontrol bike.