Lêkolîner Oguzhan Akyener: Dîtina petrola Şirnexê bo Tirkiyê geşedaneke girîng e
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Navenda Lêkolîna Stratejî û Polîtîkayên Enerjiyê ya Tirkiyê Oguzhan Akyener ragihand: “Dîtina 150 milyon bermîl yedegê petrolê li Çiyayê Gabarê bo Tirkiyê geşedaneke girîng e. Rola petrola ku li Çiyayê Gabarê hat dîtin, dê di nehiştina kêmasiya budceyê de hebe.”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand bû, ku li Çiyayê Gabarê yê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê qadek keşif kirine ku bi safî 150 milyon yedegên petrolê lê heye û got: “Nirxê rezervê nêzîkî 12 milyar dolar e.”
Serokê Navenda Lêkolîna Stratejî û Polîtîkayên Enerjiyê ya Tirkiyê Oguzhan Akyener derbarê dîtina petrolê li Gabarê got: “Dîtina 150 milyon bermîl yedegê petrolê li Çiyayê Gabarê bo Tirkiyê geşedaneke girîng e. Dê rola wê di nehiştina kêmasiya budceyê de hebe.”
Akyener dibêje, li qada ku petrol hatiye dîtin li 4 bîran rojane 5 hezar bermîl petrol tê berhemanîn û ji bo zêdekirina hejmara bîran xebat berdewam in. Akyener got:“Niha berhemanîna Tirkiyê ya rojane gihişte 65 hezar bermîl. Ligel sektora taybet ev digihêje 80 hezar bermîl. Armanc ew e, ku sala bê berhemanîn bigihêje 100 hezar bermîl. Eger li vê qadê 20 bîr bêne vekirin, tenê li vêderê jî mirov dikare bigihêje 100 hezar bermîl.”
Akyener herwiha got: “Tirkiye %92ê petrola ku bikar tîne, hawirde dike. Ev hinarde bi zêdebûna bihayên petrolê re, li ser kêmasiya bazirganiya derve dibe barekî giran. Ev keşif bo nehiştina vî barî jî girîng e. 150 milyon bermîl petrol yedeg rêjeyeke girîng e. Nêzîkî 12 milyar dolar rezerv e. Bi zêdebûna bihayê petrol re, dê zêde bibe.”
Li gor amarên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê ya Tirkiyê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hezar û 200 bîrên petrolê hene. Piraniya van bîran jî li parêzgehên Êlih, Semsûr, Amed, Mêrdîn, Riha, Sêrt û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê ne. Rojane ji tevahiya van bîran jî 65 hezar bermîl petrol tên berhemanîn.