Guvaştekên zeytê li Minbicê dest bi kar dikin

14-12-2020
Muhenned Îbrahîm
Li Minbicê 16 guvaştekên zeyitûnê hene
Li Minbicê 16 guvaştekên zeyitûnê hene
Nîşan Minbic Zeytûn
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li Minbicê guvaştekên zeytûnan dest bi kar dikin û zeyta zeytûnan berhem tînin. Li Minbicê 16 guvaştekên zeyitûnê hene û îsal berhem jî baş bû.

Nêzîkî 650 hezar hektar zevî zeytûn li Sûriye heye, derdora 90 milyon dar, salane 1.2 milyon ton zeyetûn berhem tînin jê 150 milyon ton zeyt derdikeve û 300 hezar ton zeytûn ji bo xwarinê tên berhemanîn.

Guvaştekên Zeytûnan li  Minbicê dîsa dest bi kar dikin,  ji ber kirîza Sûriyê û rewşa şerê dijî DAIŞê , bandor li ser berhemanîna zeytê hatibû kirin  û cotkaran nikaribû berhemên xwe yên zeytûnan ji bo guvaştekan veguhêzin.

Xwediyê guvaşteka zeytûnan Îmad Eqîlî dibêje: “16 guvaştekên  zeytûnan li Minbicê hene, bilindtirîn berhemanîn li vê derê ye. Îsal berhem gelekî baş e, ji salên derbasbûyî baştir e , gelek xelk tê jibo guvaştina zeytûnên xwe, êdî zeytûn li erdê namînin û xerab nabin, niha ji berekî ve  tên guvaştin , baştirîn qalîteya zeytê li nevçeyê cem me tê berhemanîn.”

Makîneyavanê guvaştekê Îmad Hej Zekeriya  herwiha behsa berhemanîna zeytê dike û dibêje ku karê wan 24 demjimêran berdewam e.

Makînevanê guvaştekê Îmad Hej Zekeriya got: “Di 24 demjimêran de em derdora 50-60 ton zeytûn lê dixin ku ji 12- 15 ton zeyt berhem tîne.”

Ne tenê xelkê navçeyê, herwiha Cotkar ji gelek deverên din ên Sûriyê qesta guvaştekên Minbicê dikin, û dibêjin qalîteya berhemên zeyta van guvaştekan  gelekî baş e.

Cotkarek ji Reqqayê dibêje: “Zeytûn salekê berhemê dide,û salekê nade.  Berhema her darekê ji 6 heta 7 kîloyan e, em niha li vê guvaştekê diguvêş in. Berê dema navçe dorpêçkirî bû, me li guvaştekên cem xwe diguvaştin, berhmanîn li wê derê hinekî hêdî ye û qerebalixî heye , ev der  baştir e him  ji aliyê berhemanînê û him jî ji aliyê zeytê ve.”

Çandina zeytûnan li Sûriyê vedigere çend hezar sal berê, bi jiyan û kultûra xelkê Sûriyê ve hatiye girêdan, û wek çavkaniyeke jibo jiyana xelkê.

Sûriyê ser asta welatên Erebî duyemîn welat e di berhemanîna zeytûnan de, herwiha  şeşemîn welat e ser asta welatên deryaya naverast .

Nêzîkî 650 hezar hektar zevî zeytûn li Sûriye heye ku derdoda 90 milyon dar  dike, salane 1.2 milyon zeyetûn berhem tînin jê150 milyon ton zeyt derdikeve, û 300 hezar ton zeytûn ji bo xwarinê tên berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst