Li Rojavayê Kurdistanê nirxê kelûpel ji sedî 70 buha bûne

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê kelûpel ji sedî 70 buha bûne û mûçeyên xelkê jî weke xwe ne.

Li Rojavayê Kurdistanê ji sedî 30yê xelkê karmend in.Her malbatek kesekî wan li derve heye, kar dikin û pare ji malbata xwe re dişînin ji bo ku malbatên wan pê bijîn. Yên ku kesekî wan li Ewropa ya welatên  derve  nebe, jiyan wan gelek  zehmet e.

Dijwar Elî xortê nûhatî yê bajarê Dêrikê bi dijwarî kar dike, temen 23 salî ye, ber zewace, lê xwedî kirin, barekî girane, ew dibîne ku eger rojekê kar nekin roja din deyndar dibin.

Karker Dijwar Elî dibêje: “Xort eger birayî wî ji derve nebe û alîkariyê pêre neke zehmet e bikare bizewice yan jî dê bimîne heya demek dirêj bi temem mezin bibe daku bikare bizewice, ji  ber ku jiyan zehmet e, jiyana xelkê çawa birêve diçe ez nizanim.”

Di dema çend mehên dawî de, li tevaya bazarên Rojavayê Kurdistanê, nirxê pêdawistiyên rojane, ji sedî 70 zêde kir.

Desteya Xwurekê ya girêdayê Rêveberiya Xweser ku nirxan kontrol dike, di rêya daliqandina tabloyên nirxan heya radeyekê rê liber zêbebûna nirxan digre.

Hevserokê Desteya Xwurekê Remezan Hesen dibêje: “Ofîsa destnîşankirina nirxan heye, ku di nava Rêveberiyê de ye, nirxan piştî têkiliyê bi odeya bazirganî û pêşesaziyê re, nirx tên destnêşankirin û li ser bazarê jî cîbicî dibe , lijneyên taybet di nava bazarê de digerin û nirxan diparêzin him ji milê daliqandinê ve û him ji milê kêmkirin û zêdekirinê ve.”

Ji sedî 30 xelkê Rojavayê Kurdistanê fermanberên ku mûçeyên wan nagihêje, 200 dolarî û yên din jî karkerên ku roja wan nagihêje 10 dolaran. Ev de demekê de ye ku ne ji xelkê Rojavayê Kurdistanê yên ku li Ewropayê dimînin, kirîzeke mezin a birçîbûnê rû dide.