Çima karsazên kurd berê xwe didin Îranê?

Silêmanî (Rûdaw) – Berdevkê Yekîtiya Karsazên Kurdistanê Yasîn Mehmûd eşkere kir, ku hejmareke karsazên kurd ji bo kar berê xwe dane Îranê û eger ev hejmar zêde bibe dê ji bo Kurdistanê bibe metirsî.

 

Roja 12ê Kanûnê li bajarê Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê, bi armanca rakişana karsazan konferasnek haye sazkirin. Şandekî bilind ê karsazên Heêma Kurdistanê jî beşdarî konferansê bûn.

 

Berdevkê Yekîtiya Karsazên Kurdistanê Yasîn Mehmûd ji Rûdawê re got; “Di konferansê de panelek taybet ji bo karsazên Kurdistanê hatibû terxankirin. Li gorî yasayên Îranê karsazên biyanî dikarin ji sedî 100ê projeyên xwe bi navê xwe pêk bînin û banka jî deynan dide wan.”

 

Krîza darayî ya li Herêma Kurdistanê hiştiye ku projeyên mezin ên karsazan bên sekinandin. Lewma karsaz berê xwe didin welatênd erve. Li gorî gotina Yasîn Mehmûd heta niha 15 karsazên kurd çûne Îranê û sermayeya projeyên wan jî nêzîkî 200 milyon dolar e.

 

Mehmûd di wê baweriyê de ye, ku ev konferans rê xweş dike da ku karsazên kurd berê xwe bidin Îranê û got; “Em pêşbînî dikin, ku di pêşerojê de ji sedî 30 karsazên Kurdistanê berê xwe bidin Îranê. Ev yek jî metirsiye li ser Kurdistanê. Eger karsazên Kurdistanê dest ji Kurdistanê berdin emê çi bikin?”

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê Nazim Debax jî ji Rûdawê re got; “Piştî rêkeftina atomî ya welatên rojava li gel Îranê, derfet çêbû ku sermayedar sermayeyên xwe veguhezin Îranê. Ji nîvê sale ve şîrketên biyanî zêdetir tên Îranê.”

 

Serokê Desteya Karsazên Kurdistanê Nûrî Osman jî dibêje, “Me navê karsazên me herin derve, berovajî me divê karsazên biyanî werin Kurdistanê.”

 

Yasîn Mihemed balkişande ser wê yekê ku piraniya karsazên diçin Îranê ji Silêmaniyê û herêma Germiyan in û dibêje; “Nêzîkatiya cografyayê û pêwendiyên baş ên partiyên siyasî ligel Îranê rê ji vê encamê re vedike.”