Fuad Husên: Ji bo hinartina petrolê pêdivî bi dengdanê heye

14-11-2024
Nîşan Fuad Husên Petrol Hinartin COP29
A+ A-

Bakur (Rûdaw) - Wezîrê Karên Dervê yê Îraqê Fuad Husên got, “Ji bo destpêkirina hinartina petrolê tenê pêdivî bi dengdana parlamentoyê maye.”

Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) li Bakuyê tê lidarxistin.

COP29ê 12ê mehê dest pê kir û dê heta 22yê mehê berdewam bike.

Armanca sereke ya konferansê ew e ku di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê û rêlibergirtina germbûna gerdûnê lihevkirinek pêk were.

Wezîrê Karên Dervê yê Îraqê Fuad Husên jî beşdarî konferansê bû û pirsên pêşkêşkarê Rûdawê Senger Abdulrehman bersivandin.

“Dibe ku beriya sersalê dest pê bike”

Fuad Husên da zanîn ku ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê tênê pêdivî bi dengdana Parlamentoya Îraqê heye û got:

“Eger parlamento bipejirîne dibe ku hinartina petrolê beriya sersalê dest pê bike.”

Li gorî agahiyên ku Fuad Husên dane, li ser mijarên “budce û mûçeyan” jî ti pirsgirên mezin nînin.

Wezîrê Karên Dervê yê Îraqê diyar kir ku ew “pêvajoya aştiyê” ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî bi awayekî erênî dinirxînin.

Fuad Husên amaje pê kir ku Îraq û Rûsya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de navbeynkariyê dikin.

Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ji 25ê Adara 2023yan ve hatiye rawestandin.

Piştî giliyê Bexdayê ku gotibû “petrol bê destûr hatiye hinartin” Dadgeha Hakeman ya Parîsê (ICC)  biryar dabû ku Tirkiye tazmînatê bide Îraqê.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst