Li Rojava kirîn û firotina xaniyan ji %65 kêm bû

14-11-2021
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Avahiyek li Qamişlo (Wêne: Rûdaw)
Avahiyek li Qamişlo (Wêne: Rûdaw)
Nîşan Rojava Xanî Yekîtiya Nivîsîngehên Xanûberan Qamişlo
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li gor amarên Yekîtiya Nivîsîngehên Xanûberan, li Rojavayê Kurdistanê rêjeya kirîn û firotina xaniyan ji %65  kêm bûye.

Welatiyê bi navê Zuhêr Bêzî xaniyê xwe li taxa Hilko ya Qamişlo bi 35 hezar dolar daye ber firotinê, daku derkeve Ewropayê, nirxê xanî jî kiriya rêya du kesan derdixe, lê ji ber ku gelek malbatan plana firotina malên xwe beramber çûna Ewropa danîne, xaniyên firotinê pir bûne û êdî kes nema dikire.

Zuhêr Bêzî, firoşiyarê xanî, dibêje, “Ev du sê meh rawestiya ye, kes bazarê jî nake, tu ji kêre bêje, dibêje ez xaniyê xwe difroşim, ji ber rewşa siyasî xelk ditirsin, beşek ji xelkê zarokê xwe wê derxin derve, nayên firotin, kes nema dikire, musim jî par nehat û îsal baran nehatiye heya niha.”

Yekîtiya Nivîsîngehên Xanûberan a Qamişlo dibêje, li taxa Xerbî ya heman bajêrî mehê derdora 30 xanî dihatin firotin, lê niha ji mehê heya mehê xaniyek tê firotin yan na.

Ednan Misewer, Berpirsê Yekîtiya Nivîsîngehên Kirîn û Firotina Xaniyan, dibêje, “Milet ew milet e, abûrî ew abûrî ye, ev yek girêdayî rewşa siyasî û gefên Tirkiya ne, dema ku gefên Tirkî radweste, tevgera kirîn û firotinê çê dibe.”

Xaniyek mamnavend ku rûbera wê 140 metre duca li naverasta Qamişlo ji 100 heya 200 hezar dolarê Amerîkî ye, heman xanî li taxên derdora bajêr bi 40 hezar dolarê Amerîkî ye, her çiqas tevgera kirîn û firotinê rawestiya ye jî, lê nirxê xaniyan erzan nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst