Rûniştina Dadgeha Federalî ya li ser nefta Herêma Kurdistanê hat paşxistin

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê rûniştina xwe ya di derbarê derxistin û hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê de bo meha bê bi paş xist.

 

Berdevkê Dadgeha Bilind a Federalî Iyas Samûk di daxuyaniyekê de ragihand, ku bi serokatiya dadwer Medhet Mehmûd û bi amadebûna hemû endamên dadgehê, Dadgeha Bilind a Federalî, îtiraza nedestûrîbûna derxistin û bi awayekî rasterast hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê nirxand.

 

Berdevkê Dadgeha Bilind a Federalî aşkere kir ku ew rûniştineke taybet bû bi nirxandina raporta şarezayan, Dadgehê ew têbinî  danî ku şarezayan raporteke yekgirtî pêşkeş nekiriye, her yek ji wan xwediyê fikreke cuda ye.

 

Iyas Samûk dibêje: “Bo vê yekê Dadgeha Bilind a Federalî rûniştina dadgehê bo roja 9ê meha Kanuna bê paş xist, daku şareza erkên xwe temam bikin û 10 rojan beriya encamdana wê rûniştina dadgehê, raporteke yekgirtî pêşkeş bikin.”