Ji ber danîna xalên gumrikê xwarek û kelûpel li bazara Kerkûkê giran bûne

Kerkûk (Rûdaw) – Ji ber danîna xalên gumrikê xwarek û kelûpel li Kerkûkê giran bû. 53 parlamenterên Kurd, Ereb û Tirkmen bo rakirina xalên gumrukê yên Hewlêr û Bexdayê îmze kom kirine û serokatiya Parlamentoya Iraqê jî biryar da ku kombûneke taybet di derbarê wê mijarê de bike.

 

Hatina her wesayiteke barhilgir bo Kerkûkê divê gumrîk were danîn û wek ew biçine welatekî din. Nûnerên Kerkûkê dixwazin ew xalên gumrikê rakin, ku ev demeke kurt e ji bo rêya Kerkûk-Hewlêrê û Kerkûkê-Silêmaniyê hatine danîn.

 

Endamê Fraksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê Cemal Şikur dibêje, “Serokê parlamentoyê li ser vê yekê razî bûye û di nav van rojan de digire bernameya xwe û guftûgoyê li ser dikin. Em hewl didin wê kêşeyê çareser bikin. Gumrik tenê bo xalên sînoran e, nabe were nav bajaran an li navenda bajaran were danîn. Bêguman em li gor yasayê hewl didin û em dê serkevtî bibin.”

 

Xalên gumrikê niha gumrikê ji hemû tiştan digire, bi taybet ji kitêban jî. Yekane kitêbxaneya Kurdî ya li Kerkûkê, ji ber rêgiriya xalên gumrikê niha kitêbên Kurdî yên dawiyê negihandin.

 

Hemû tişt û xwarekên li bazarên Kerkûkê an buha bûne an jî cûreyên wan kêm bûne û nayên hawirdekirin.

 

Hemwelatiyê bi navê Rostem Ebdulla dibêje: “Ji ber wê gumrikê buha gelek zêde bûye, %80ê giran bûye û her tişt giran bûye. Tiştekî bi 5 hezaran bû, niha bi 6 hezar û 500 ye. Herwiha kallaw eger bi 7 hezar bû, niha bi 8 hezar û 500 dînarî ye.”

 

Eşyayên kevn ên Ewropayî, ji ber ku erzan bû gelek daxwaz li ser hebû, lê niha hinek gumrik dike ku buhayê wan ji cilê nû zêdetir be.

 

Bazara Kerkûkê bi wê yekê binavûdeng e, ku him erzanî lê heye û him hemû cûreyên kelûpelan lê hene lê him buha bilind bûye û him jî gelek pêdivî hene, ku ji ber xalên gumrikê cûreyên wan bi qîmet bûne û kêm bûne.