AMED - Egera girtina deriyên sînorî nirxê berhemên xwemalî kêm kiriye

Amed (Rûdaw) - Li Amedê dema rakirin û berhevkirina pîvazan e. Îsal beşeke girîng a  cotkarên Amedê berê xwe dabûn çandiniya pîvazan.

 

Li gor cotkarên pîvazan û sîmsarên li Hela Zerzewatan a Amedê tirs û fikara Deriyê Xabûrê (Deriyê Îbrahîm Xelîl) jî bandor li hinardekirina sewze û mêweyên Bakurê Kurdistanê kiriye. Dema hinardekirin kêm dibe, yekser nirx û buhayê mal û berhemên xwemalî dadikeve.

 

Li gundê Barê cotkar Şêxmûz jî wekî piraniya cotkarên qezaya Çinar a Amedê li piraniya erd û zeviyê xwe pîvaz çandiye. Lê rayîşa pîvazan kêm û erzan e. Kîloya pîvazan li nav zeviyan 250 qurişî dest pê dike heta 400 qurişî diçe.

 

Cotkar Şêxmûz Kanevî ji Rûdawê re wiha got: “Derdora 18-19 mîlyar (Rûdaw: Li gor lîreyê nû yê Tirkî 18-19 hezar) mesrefên me li vê zeviyan pîvazan bûye. Tevî cot û mesrefên wî heta niha hejdeh-nozdeh hezar li vê zeviya pîvazan a 36 donimî çûye. Rayîş û buhayê ku ji bo kîloyek pîvaz ji me re dibêjin du sed pênce – sê sed quriş e. Ew jî bi rastî kes nayê bazar jî nake. Em jî dixwazin ku dengê me jî derê û ji vê rewşa me re çareyek bê peydakirin.”

 

Cotkarên din ên gund jî erzanbûna buhayê pîvazan li Amed û Bakur bi egera girtina Derxiyê Xabûrê û nediyariya peywendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyê ve girê didin.

 

Cotkar Fîkret Şêxî jî got: “Îsal yekcar pîvaz erzan bûye, daketiye 200-300 hezarî (Rûdaw: Li gor lîreyê nû yê Tirkî 200-300 quriş). Ez nizanim deriyê Başûr û Iraqê hatiye girtin. Nizanim ka ev çi mesele ye. Ev pîvaza heqê xwe dernaxe. Dora sed pala li vir xebitîne. Li aliyê din mazot û benzîna vî karî heye, ceyrana vî karî heye, karker heye. Niha ji me re dibêjin ku kîlo 250-300 qurişî.”

 

Cotkar Enwer Kuçuk jî anî ziman: “Niha Deriyê Îbrahîm Xelîl wate Deriyê Xabûrê wek berê vekirî ye. Sedema ev malê ku buhayê wê ketiye û kes nayê bikirre ew e ku bazirgan ditirsin û dibêjin ku nebe nebe derî bê girtin.”

 

Îsal ber û bereketa zeviyan baş be jî ji ber rayîşê rûyê cotkaran nedaye kenandin.

 

Erzanbûna pîvazan li Hela Sewze û Zerzewatan a Amedê herçend bi qasî cotkaran zererê li sîmsaran nexe jî ew jî ji erzaniyê bêzarin. Ji ber ku buhayê pîvazan li nav erd çiqas zêde be qezenca wan jî ewqas zêde dibe.

 

Sîmsar Mehmûd Seyyar jî ragihand: “Çaxa cotkar kar û qezenc nekin, em jî nakin. Bo nimûne dema kîloya pîvazan bi hezarek bê firotin, ji sedî dehê wê ji sîmsar re ye. Ger sed tonî bifiroşe bi sed hezarî hingê 10 hezar ji sîmsar re dimîne. Îca dema cotkar zerer dikin, em jî kêm qezenc dikin.”

 

Sîmsar Fexrî Gungor diyar kir ku ji ber gotegota ´Deriyê Xabûrê tê girtin´ buhayê pîvazan erzan dibe.

 

Li Amedê mêwe û sewzeyên xwemalî gellek erzan e. Lê buhayê zerzewat û mêweyên ji derve tên giran e.