ALMANYA - Kurdek di 7 mehan de bû xwediyê karê xwe

Dusseldorf (Rûdaw) – Kurdekî ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, piştî ku gihîşt Almanyayê di nava 7 mehan de bû xwediyê karê xwe.

Ferîd Husên Kurdekî ji Efrînê ye, tenê 7 mehan piştî ku çû Almanyayê, çapxaneyek ava kir û nexwest nanê “Sosyalê” bixwe.

Ferîd Husênê ku nêzîkî 20 salan e karê çapê û reklamên kaxezî dike got:

“Destpêkê min bi tena serê xwe dest pê kir û gelekî zehmet bû, min ziman nizanîbû.”

Ferîd destnîşan kir, ji bo ku dest bi vî karî bike, wî berê biryara tomarkirina wê wekî kompanyayekê daye û navê wê jî kiriye Zagros.