Bloomberg: Banka Navendî ya Tirkiyê îsal 75 milyar dolar firotine

Hewlêr (Rûdaw) - Aborînasa Bloombergê Selva Baziki dibêje, “Banka Navendî ya Tirkiyê ji bo rê li ber bilindbûna nirxê dolar bigire di 8 mehên destpêkê yên sala 2022an de 75 milyar dolar firotine.”

Li Tirkiyê du sal in di serî de opozîsyon û aborînas îdia dikin ku Banka Navendî ya Tirkiyê bi armanca rêgirîkirina bilindbûna nirxê dolar bi milyaran dolar bi erzanî difiroşe bazarê.

Aborînasa Bloombergê ya Tirkiyê û Swêdê Selva Baziki, li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye ku Banka Navendî ya Tirkiyê, sala 2022an 75 milyar dolar firotine.

Baziki dibêje, “Em texmîn dikin ku Banka Navendî ya Komara Tirkiyê di navbera mehên Çile-Tebaxê de bi qasî 75 milyar dolar firotine bazara pereyan (doviz). Ev, mehê dike 9 milyar û 500 milyon dolar. Xuya ye havînê destwerdana bazarê ji ber dahatên geştyariyê kêm bûye.”

Baziki, 6ê Tebaxê jî ragihandibû ku Banka Navendî ya Tirkiyê di 7 mehên destpêkê yên îsal de 66 milyar dolar firotine.