Li Stenbolê nirxê avê %40.38 hat bihakirin

14-09-2022
RÛDAW
Nîşan Stenbol Av Zam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê pêşniyara zêdekirina bihayê avê ya bi rêjeya ji sedî 40.38 hat pesendkirin.

Li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê duh civîna 3mîn a awarte ya Encûmena Giştî ya Saziya Avê û Binesaziya Stenbolê hat sazkirin.

Di civînê de pêşniyara bihakirina avê hat rojevê û ew pêşniyar bi piraniya dengan hat pesendkirin.

Di çarçoveya wê pêşniyarê de nirxê avê li Stenbolê ji sedî 40.38 hat zêdekirin.

Ev di demekê de ye di 4ê Nîsana 2022ê de jî nirxê ava malan li Stenbolê ji sedî 29  hatibû bihakirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di 31Adara 2019ê de bi hevehangiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji AK Partiyê, ketibû destê Partiya Gel a Komarî (CHP).

Stenbol qelebalixtirîn bajarê Tirkiyê ye. Li gor amarên sala 2021ê hejmara nişteciyên Stenbolê 15 milyon û 840 hezar û 900 kes bû. Li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê Stenbol yekem bajar e ku herî zêde Kurd lê dijîn.

Di havînan de rojane pêwîstiya Stenbolê bi zêdeyî 3 milyon metrekûp avê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst