Li Geverê cotkar ji berhema genim û bihayê wê ne razî ne

12 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Geverê cotkar ji berhema genim û bihayê wê ne razî ne / Wêne: Rûdaw
Li Geverê cotkar ji berhema genim û bihayê wê ne razî ne / Wêne: Rûdaw
Nîşan Gever Cotkar Genim
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Îsal li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê, zivistanê berfeke zêde bariya û herwiha biharê jî axa heremê ji baranê têr bû.

Ev jî bû sedem ku hêviya cotkaran zêde be lê sal ne bi dilê cotkaran e.

Ji ber ku bi taybetî genim jengî bûye wate şewitî ye.

Ofîsa Vergirtina Berhemên Çandiniyê jî kiloya genim bi 9 lîre û 250 qurûşan dikire û heman ofîs dibêje, xerca çandina kiloya genim jî 10 lîre 870 qurûş e, wate her cotkarek serê  kiloyek genim, lîreyek û 62 qurîşan zererê dike.

Li Deşta Geverê dema dûrina giya ye. Gundî li aliyekî once û qurîngan û nefelê ji bo ajelên xwe kom dikin li aliyê din genimên mayî têne dûrîn.

Hemû ew amadekariyên cotkarane ji bo zivistana dûr û dirêj û tund a Geverê ye.

Cotkar Velî Altun ji Rûdawê re got:

“Em biharê zeviyên xwe dikêlin û diçînin. Havînê jî em tên once û giyayên deştê kom dikin ji bo zivistanê ajelên me birsî nemînin.”

Genimê gundiyan jengî bû

Îsal serê biharê cotkar gelekî bi hêvî bûn ku dê berhemên wan gelekî zêde be ji ber ku zivistanê berf û biharê jî baraneke yekcar zêde li van hereman barî.

Lê îsal jî genimê gundiyan jengî bû û berhem gelekî kêm derket.

Cotkar Îrfan Tekîn jî got:

“Jeng a ewra ne, piştî avdana sêyê eger ewr bikevine asmanî genim jengî dibe wekî ku bisoj e û berhem kêm dibe û nahêle ku genim bi başî danê xwe bigire.”

“Em karekî vala dikin lê em mecbûr in”

Cotkar Ekrem Tekîn jî diyar kir ku ew mesrefa wan zêde ye û got:

“Min 5 hezar heta 5 hezar û 500 lîre ji bo dûrîna genim daye traktorê.

Ez hema wî pereyî bidim ar têra me heye, em karekî vala dikin lê em mecbûr in, em nikarin erdê xwe bihêlin.”

Li Deşta Geverê herî zêde genim û cihe tê çandin.

Ofîsa Berhemên Çandiniyê ya Hikûmeta Tirkiyeyê tona genim bi 9,250 lîreyan tona cih jî bi 7,250 lîreyan dikire.

Herwiha heman sazî dibêje ku xerca çandina yek tona genim jî 10,870 lîre ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst