Îsotên Amedê diçin Ewropayê

18 demjimêr berê
Nîşan Amed Çêrmûg Îsot Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsotên navçeya Çêrmûgê ya Amedê difiroşin Ewropayê.

Li Çêrmûgê demsala çinîna îsotan dest pê kiriye.

Qeymeqamê Çêrmûgê Adem Karataş da zanîn ku sal bi sal daxwaza li ser îsotên herêmê zêde dibe û got:

“Cotkarên me salane rûberekî zêdedir ji bo çandina vî cureyê îsotan vediqetînin.

Îsal li ser rûberê nêzîkî 400 donimî ev îsot hatine çandin. Nêzîkî hezar û 600 ton berhema me heye.”

Îsotên Çêrmûgê ji bexçeyan vediguhêzin navenda Amedê û hinekan ji wan didin xwaringehan.

Li xwaringehan bi taybetî di çêkirina kebaba taraklikê de tên bikaranîn û di vî cureyê kebabê de yek ji berhemên sereke ne.

Lê ev îsot ne tenê li bazarên Amedê dimînin û heftane 200-250 kîlo ji van îsotan diçin welatên derve.

“Me şandine Almanyayê”

Cotkar Mehmet Duran diyar kir ku ew îsotan dişînin Almanyayê û wiha axivî:

"Ji derveyî welat jî sîparîş hene û em ji wan re dişînin.

Me şandine Almanyayê. Herwiha bi rêya kargoyê jî sîparîşên me hene. Geştyar bi xwe re jî dibin.”

“Em dişînin derveyî welat”

Cuma Çîftçiyê ku dikana wî ya fêkî û şinahiyan heye jî got:

"Em ji bo gelek kiryarên xwe îsotên Çêrmûgê paket dikin û bi kargoyê dişînin derveyî welat.

Wekî mînak niha kargoyên me ji bo Almanya û Macaristanê hene. Em ji wan re paket dikin û dişînin.”

Îsota Çêrmûgê sala 2021an ji Saziya Marka û Patentê ya Tirkiyeyê belgeya cografîk wergirt û bi awayê fermî li ser navê navçeyê wekî marka hat tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst