AMED – Bilindbûna dolar karê avahîsazî û kirîn û firotina xaniyan sekinand

14-08-2018
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Amed
Amed
Nîşan Amed Avahîsazî Dolar Buha Xanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Bilindbûna dolarê ya li hember lireyê tirkî wek hemû xalên aboriyê, niha metirsiyeke mezin li ser avahîsaziya Bakurê Kurdistanê jî dike.

 

Li Bakurê Kurdistanê  niha metirsiyeke mezin li ser bînasazî û herwiha kirîn û firotina xaniyan jî dike. Li bajarê Amedê kompanyayên bînasaziyê ji ber giranbûna nirxên kelûpel û keresteyan projeyên xwe bi %90 dane rawestandin û herwiha kirîn û firotina milk û emlakan ji ber gefa qeyraneke aborî bi temamî  niha sekiniye.

 

Projeyên Avahîsaziyê niha ji ber paşerojeke şolî ji aliyê xwediyê wan ve hatine rawestandin û ew niha ji bo projeyên nû bi tu awayî beriya xwe nabînin, ji ber ku nirxên kelûpel û keresteyên wan bi %35 niha zêdebûne.

 

Murat Oncu hewl dide ku 9 blok û 312 xaniyên ku wî salek berê dest bi çêkirina wan kiribû bi lezgînî temam bike û radestî xwediyên wan bike lê wî ji 312 xaniyan tenê % 25ê wê firotine.

 

Endezyar Murat Oncu dibêje: “Me niha hemû projeyên nû dane rawestandin. Piştî ku em karên destê xwe bi dawî bînin nîyeta me nîne ku em dest bi projeyeke nû bikin. Rewşa dolarê nîgeraniyeke mezin di nav sektora me de peyda kiriye, hêviya me ew e ku dolar dîsa were asta xwe ya normal."

 

Li bajarê Amedê 60 kompanyayên bînasaziyê hene, di salên 2014 û 2015an de 60 kompaniya salane dest bi 2 projeyên bînasaziyê dikirin. Lê îsal ji serê salê heta îro tenê xîmên 12 projeyên çêkirina xaniyan hatine avêtin.

 

Kereste kelûpel û pêdivên bînasazîyê bi rêjeya %84 li ser dolar û euroyê têne nav bazarên Tirkiye ango her quruşek bilindbûna dolarê demildest bandorê li karê kelûpelfiroşan dike.

 

Xwediyê kargeha kelûpelên bînasaziyê Ozkan Aksa jî dibêje: “Hemû kelûpelên me bi dolar û euroyê têne nav bazara me, tenê hefteya borî kargeha ku em jê kelûpel dikirin nirxên kelûpelan %30 zêde kir. Em çaverê ne ku %40 jî vê hefteyê were ser nirxan, bi vî awayî xebat nameşe."

 

Bilindbûna dolarê pê re giranbûna nirxên karkeriya bînasaziyê û herwiha ji ber pêjna qeyraneke aborî niha kirîn û firotina xanûberan li bajarê Amedê rawestandiye. Emlakfiroş Muharrem Kaya dibêje ku çend roj e me tu karek nekiriye lê rastiyek jî heye ku dem dema kirîna xaniyan e. Ji ber ku piştî bilindbûna dolarê wê nirxên xaniyan %70-75 wê zêdetir bibe.

 

Muharem Kaya diyar dike: “Xanî kirîn û firotin niha hatiye asta sekinandinê, li bajarê Amedê 5000 hezar xanî ev 6 meh in ku nayêne firotin; lê bi ya min ev dem fersendeke baş e ji bo xanî kirînê; ji bo ku piştî vê hefteyê wê nirx gelek giran bibe.”

 

Berî salek rojek wek îro 1  dolarek  amerîkî li Tirkiyê 3.5 lîre bû;  îro ev rêje di navbera 7 û 7.5 an de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst