Rêveberiya Xweser dest bi dayina pereyên genim kir

Duh li 10:33
Hisên Omer
Rêveberiya Xweser dest bi dayina pereyên genim kir / Wêne: Ji dîmenan
Rêveberiya Xweser dest bi dayina pereyên genim kir / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Genim Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojvayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro pêvajoya pêdana pereyê genimê cotkaran dest pê kir.

Rêveberiya Nivîsgeha Dirav û Dayinan a Navendî ya Rêveberiya Xweser ragihand ku ji roja 14ê Tîrmehê ve dest bi dayîna pereyên genimê dike.

Ji bo birêkxistina vê pêvajoyê, Nivîsgehê lîsteyeke seretayî amade kiriye.

 Rêveberê Nivîsgeha Dirav û Dayinan Rênas Hemo got:

“Em wekî Nivîsgeha Dirav û Dayinan a Navendî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê radigihînin ku pêvajoya xerckirina fatûreyên genimê sala 2024an, roja yekşemê 14ê tîrmehê dest pê dike.

Herwiha pereyên fatûreyê bi temamî dê bên dayin.

Dabeşkirina pereyan li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyeyê dê li ofîsên Dirav û Dayinan a Navendî û şaxên wê bê kirin.

Pere dê bi dolar bên dayin lê bêşên kêmtirî 100 dolarî dêlbi pereyên Sûrî bên dayin."

Li gorî biryara Rêveberiyê, roja 26ê Gulanê, sayloyên genim dest bi wergirtina genimê cotyaran kiribûn.

  piştî derbasbûna nêzîkî 2 mehan, Rêveberiya Xweser pereyên genimê cotyaran nedabûn.

Derengmayina dayina pereyên genim tevgera bazarê sar kiribû û cotyar dilgiran kiribûn.

Tê pêşbînîkirin ku xerckirina pereyên genim tevgera bazarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyeyê geş û germ bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst