Ajeldarên Hesekê ji buhabûna êm û nexweşiyan bi gazind in

14-07-2017
Loloxan
Hesekê
Hesekê
Nîşan Ajeldarî Hesekê Pez
A+ A-

Hesekê (Rûdaw) – Di çend hefteyên dawî de xwediyên sewalan gazinan ji buhabûna êm û belavbûna nexweşiyan dikin.

 

Çavdêrekî beyterî dibêje, herdû nexweşiyên Basterêlla û Birosêlla ziyanên gelek mezin gihandine pezên wan. Herwiha diyar dike, ku piraniya dermanên peyda dibin jî dema wan derbas bûye.

 

Gelek ji akinciyên parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê pez û bizinan xwedî dikin. Di çend hefteyên dawî de xwediyên sewalan, gazinan ji buhabûna êm û belavbûna nexweşiyan dikin.

 

Hemwelatiyê bi navê Xalid Cemal Elesed dibêje: “Em pez û berxan xwedî dikin. Ev gund tev de li ser xwedîkirina sewalan debara jiyana xwe dike. Em berxan qelew dikin û piştre difroşin. Me beriya kirîzê berxên xwe dibirin Helebê difrotin û paşî me dibirin Başûrê Kurdistanê. Lê niha hemû rê hatine girtin, êmê pez jî gelekî buha bûye.”

 

Ajeldarên Rojavayê Kurdistanê li gel buhabûna êm, nexweşî û kêmbûna dermanan jî weke asteng dibînin.

 

Hemwelatiyê bi navê Ebdurehîm Elesed jî diyar dike: “Gelek pirsgirêkên me hene. Beriya her tiştî nirxê êmê pez gelekî buha bûye. Em yek kîloya ceh bi  120 Lîreyê Sûriyê dikirin. Kîloyekê kayê bi 65 lîreyan dikirin. Ti piştgîrî ji me re tune ye. Nexweşiyên pez di vê havînê de pir bûne, em derman û hemû keresteyên din ji bazara reş peyda dikin. Tenê hêviya me deriyê Sêmalka maye. Yan ne dê hemû keda me di nava du heyvan de beyhûde biçe.”

 

Beytarek jî dibêje nexweşiyên Basterêlla û Brosêlla ziyanin gelekî mezin gihandin pez.

 

Bayter Xalid Elesed dide xuyakirin: “Em gelekî gazinan ji nexweşiyên pez dikin. Wek nexweşiyên Basterêlla û taya Maltî Brosêlla, ku gelekî di nava pez û berxan de belav bûne. Dermanên kalîteya baş tune. Piraniya dermanan xerab in, piraniya dermanên baş ji Başûrê Kurdistanê ji me re bi qaçaxî tên. Nexweşiya Brosêlla gelekî ziyan gihandiye pez. Çavdêrê beyterî yê hikûmetê bi erkê xwe rana be.”

 

Ji ber krîza Sûriyê rewşa hemwelatiyan xirab e û herwiha kerta ajeldariyê jî ne baş e. Xwediyên ajelan bi şiyanên xwe yên bi sînor karê xwe dikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst