Li bajarê Hewlêrê heta niha 70 hezar karker hatine bîmekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Bîmekirina Karkeran li Hewlêrê got ku, li gorî yasaya Wezareta Kar û Karûbarê Civakî ya Herêma Kurdistanê, karkerên ku di kerta taybet de kar dikin û hatine desteberkirin, 70 hezar karker in.

Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Herêma Kurdistanê, sîstemeke nû ya tomakirina karkeran û dema karê wan daye destpêkirin û hemû girêbestên kar û navê karkeran bi elektironî tên tomarkirin. 

Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Wezareta Kar û Karûbarên civakî kir, li wêde herwiha serdana arşîva beşa bîmeyê û projeya wan a nû kir ku hemû belgenameyan bi elektironî tomar dikin. 

Rêveberê Beşa Bîmeya karkeran li Hewlêrê  Hekîm Mihemed Elî diyar kir ku karkerên rojane hene, nehatine tomar kirin û yasa wan li xwe nagire, tenê karkerên di projeyan de kar dikin tên tomarkirin, lê niha yasayek tê amadekirin ku bikare mafê wan karkeran jî dabîn bike ku bixwe kar bikin. 

Hekîm Mihemed Elî got ku niha li Hewlêrê 17 hezar û 500 cihên karkirinê hene ku hatine tomakirin û dosye bo karkerên wan têne wergirtin. 

Xwediyê kar divê %17 ya mûçeya karker, her meh bide bîmeyê û dikare were xanenişînkirin, yan dema her bûyerekê de dikare sûdê jê werbigre. 

Hekîm Mihemed Elî got ku Dosyeyên salên 70yî yên karkeran li beşa bîmeya karkerine hatiye parastin, her karkerk ku tomarkirî be daxwazê dike dikarin dosyeya wî eşkere bikin û sûdê werbigre, herweha got piştî ku sîstema elektironî temam bû dê bo her karkerekî kodek hebe ku dikare bo wergirtina mafên xwe bikar bîne.