Geştyarên Îranî ji bo cejnê berê xwe dan Wanê

Navenda Nûçeyan – Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê  berî Cejana Remezanê ji bo standina pêwîstiyên cejnê berê xwe da Wanê û sûk û otêl tije kirin.


Ji ber ku li Îranê xerca derketina dervayî welat hat zêdekirin, geştyar zêde ji welatê xwe dernayên û yên ku dertên jî berê xwe cardin didin Wanê. Hatina geştyaran li bajêrê Wanê yê Bakurê Kurdistanê her kes kêfxweş kir.




Geştyarên îranî navendên bazîrganiyê û kuçe kolan tije kirin û bi tiştên kirrîne beriya cejnê kêyfa esnafan xweş kirin.


Hefteya borî ji Deriyê Sînor ê Kapikoyê re di nav rojekê da 2 hezar û 737 rêwî derbas bûn.




Alîkarê Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Fatîh Çîftcî got ku bi xebatên modernîzasyonê yên ku wan li Deriyê Sînor ê Kapikoyê da destpêkirin bazirganî û tûrîzm geş kirin.




Fatih Çîftcî diyar kir, ji Deriyê Sînor ê Kapiyê re di sala 2016an de 238 hezar, par jî nêzî 500 hezarî tûrîst hatine Wanê.


Çîftcî diyar kir ku Îranê çend roj berê biryar da û xercê derketina derve gelekî zêde kir ku bixwazî nexwazî tesîra vê rewşê li ser Wanê çêbû û wiha pê de çû: "Ev biryar ne tenê ji bo Kapikoyê tenê bû, ji bo hemû deriyan bû. Vê biryarê tesîreke neyênî li ser hatina geştyaran kir, lê van rojan hejmara rêwiyan cardin normal bû. Hefteya çûyî gelek rêwî ketin welêt. Ev hejmar li gor mehên dawîn pir zêde ye. 2 hezar û 737 rêwî, 178 wesayîtên tîcarî ketin welêt. Ev reqameke mezin e û ji bo esnaf û bazirganên Wanê girîng e.”