KRÎZ – Bazara kurdan %50 daket

14-06-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwediyên zincîremarketên Herêma Kurdistanê aşkera dikin ku ji ber krîza darayî û lawazbûna hêza kirînê a xelkê ew êdî kêmtir xorak ji derveyî welêt tînin.


Rêvebirê zincîremarketa Tim Mart'ê Mihemed Ismaîl, ku li Hewlêra payextê Herêma Kurdistanê û bajarên din xwedî 40 marketî ye, ji Rûdawê re got:


"Krîza darayî, kêmbûna mûçeyan û lawazbûna hêza kirîna xelkê bûye sedem ji kepûpel bêhtir xorak bikirin."


Ligel vê yekê jî firotina xorak, li marketên Tim Martê di du salên dawî de ji sedî 50 daketiye.


Li gorî danayên Wezareta Pîşesazî û Bazirganiya Herêma Kurdistanê, derveanîna xorak sala 2014 û 2015an sedî 20 daketiye.


Hinek şîrket tevî vê rewşê sûd ji bazarê digirin û firotina xwe zêde dikin.


Cûtyar Umer, xwediyê Şîrketa Newres ku pişkeke girîng a bazara xorakê ya Başûrê Kurdistanê di dest de ye ji Rûdawê re got: "Tevî krîza darayî, şîrketa me li gorî berê bêhtir xorak difiroşe. Tenê li Hewlêrê û derdora wê em rojane 125 ta 150 ton xorak tê kirîn."


Umer aşkere dike ew sedem nirxên xwe nizm dihêlin û ji Tirkiye, Kenya, Çîn û Mozambîkê dikirin, firotina wan daneketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst